Di pîrozbahiya rengî de ciwan û zarokan bi rengên kesk, sor û zer cih girtin.
Li qadê posterên Rêber Apo hatin hildan û bi pankart û dirûşman işaret bi azadî û berxwedana Newrozê hate kirin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Nûnerên DEM Partî û herêmê axivîn û qala wateya dîrokî ya Newrozê û cihê wê yê di nava têkoşîna azadiyê de kirin.
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak di axaftina xwe de qala yekîtî û têkoşînê kir û birîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist.
Di pîrozbahiyê de peyama siyasetmedara Kurd a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê Leyla Guven hate xwendin.
Leyla Guven di peyama xwe de anî ziman ku Newroz ruhê azadî, yekîtî û piştevaniyê xurt dike û got, “Ruhê yekîtî û hevgirtinê ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a hewldanên Rêber Apo di nava gelê me de afirand, em di wê baweriyê de ne ku wê bi agirê Newrozê hîn bêhtir bigihêje asta bilind.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Girseya gel li dora agir govend gerand û pîrozbahiya xwe dewam kir. Çalakî bi stranên hunermendan bi dawî bû.

