Serokdewletê Brezîlyayê Lula beriya erêkirina metnê got, “Zanistî bi ser ket, piralî bi ser ket.” Serokê konferansê Andre Correa do Lago metn bi konsensusê da qebûlkirin.
Berpirsyarê avhewayê yê Komîsyona Ewropayê Wopke Hoekstra anî ziman ku ew dixwazin hîn bêhtir gavên şênber bibînin. Fransayê jî diyar kir ku eger metnê red bike wê li sûcdariya ‘Dijberiya fînansmana ji bo welatên xizan’ re rû bi rû bimîne û ragihand ku ew metnê erê dikin. Heyeta Çînê biryar weke ‘Serketina di rewşeke zehmet de’ pênase kir.
Di sala 2023’an de welatan yekemcar armanca ‘derketina bi rêk û pêk û wekhev’ a ji sotemeniya fosîl danîbûn pêşiya xwe, lê belê welatên bi sotemeniya fosîl ve girêdayî ne îsal asteng kirin ku ev gotin bê dubarekirin. Analîst dibêjin, dîplomasiya avhewayê ji ber rageşiya jeopolîtîk a gerdûnî lawaz bûye.
Metna ku li ser lihevkirin çêbû weke armanc destnîşan dike ku ji bo ahengiya welatên bi pêş dikeve ya bi bandora avhewayê, alîkariya fînansmanê ya ji wan re tê dayin heta sala 2035’an bi sê qatî bê zêdekirin. Lê belê gelek welat vê yekê kêm dibîne.
Metn her wiha destpêkirina ‘diyalogek’ê ji bo bazirganiya gerdûnî dike armanc; ev daxwaz ji Çînê piştgirî digirt ku li dijî baca sînor a karbon radibe.

