Hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Busra El Şam heta demek nediyar qedexeya derketinê ragihand. Li gorî çavkaniyên xwecihî, li derdora mala serkirdeyekî lîwaya 8ˊan a berê Ehmed Ewdê pevçûn derket, di encamê de heta niha kesek hat kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li ser rêya di navbera bajarên Tefes û Dail ên gundewarê Derayê de kesên nenas gule berdan ciwanekî, birîndar kir.

