Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijdarê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Ji ber rewşa aloz a li Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa ji ber mijûlbûna hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi bersivdayîna van êrişan ve, rêxistina DAIŞ a terorîst hewl dide sûdê ji rewşa tevlihev a li Sûriyeyê werbigire da ku xwe zindî bike û hêzekê bi dest bixe ku kiryarên terorî pêk bîne. Di serî de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef ku yên herî ewle û aram in.
Şaneyên girêdayî rêxistina DAIŞ a terorîst duh êvarî gelek kiryarên terorî pêk anîn. Li bajarokê Mergeda yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê erebeya Hêzên Dîsîplîna Leşkerî kir armanc. Di encamê de şervanek şehîd bû.
Li bajarokê Şihêlê jî şaneyên rêxistina terorîst êrişî erebeyeke hêzên me yên ku dewriyeya leşkerî dimeşand, kir. Di encamê de şervanekî me şehîd bû.
Şaneyeke din a rêxistina terorî bi guleyên RBG li stasyona avê ya li bajarokê Dîbanê jî xist. Di encamê zerarên madî çêbûn.
Ev êrişên piştrast dike ku çiqasî dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ewqasî riska rêxistina DAIŞˈê jî zêde dibe. Ev jî têkiliyên organîk a di navbera rêxistina terorîst û dagirkeran de piştrast dike.”