Navenda Ragihandinê ya QSD`ê îro li ser malpera xwe ragihand ku hêzên wan êrişeke DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir:
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me ev 3 roj in êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çeperên me têk dibin. Duh, yekşemê, hêzên me êrişek şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li ser çepereke me ya li bajarokê El Sebha yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk birin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:”Şaneyê di êrişê de motorsîklet û çekê bikar anîn. Dema ku ji nuqteya leşkerî re derbas bûn, dest bi gulebarana şervanên me kirin. Lê hişyariya şervanên me êrişa terorîstan pûç kir, şervanan bersiv dan û di encamê de pevçûnek bi şaneya terorîst re derket. Şêniyekî sivîl dema ku ew li wê herêmê bû bi guleyên çeteyan birîndar bû û ji aliyê şervanên me ve hat dermankirin, dema ku şervanên me ji bo dermankirina kesê birîndar mijûl bûn şaneya terorîst reviyan. “
QSD`ê tekez kir ku ewêkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam bike û ewlehî û aramiya herêmê biparêze.