Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku mayîneke şaneyên çeteyên DAÎŞˊê li ser rêya bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê çandibû bi erebeyek QSDˊê de teqiya.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de ti şervanên wan birîndar nebûn, lê tenê zirarên sivik bi erebeyê de bûn.

