Jin a li Silêmaniyeyê, li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyeyê ket Çemê Sîrwanê.
Xizmên wê îdîa kirin ku rewşa derûnî ya jinê nebaş bû û dawî li jiyana xwe anî.
Berdevkê Midûriyeta Polîsan a Silêmaniyeyê Arîf Letîf têkildarî bûyerê daxuyanî da, bûyer piştrast kir û anî ziman ku wan detayên berfireh bi dest nexistine.
Bûyerên sûc û rêjeya tundiyê ya li hemberî jinan her roj zêde dibe.

