Çalakiyên piştî desteserkirina Şaredariya Dersimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatin destpêkirin, dewam dikin.
Li bajar çalakiya deng derxistinê di roja 2’emîn de berdewam dike. Dersimiyan li malên xwe çalakiya deng derxistin, çira vemirandin û vêxistinê li dar xistin.