Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Arjantînê piştgiriya bi pêngava azadiyê re
Rojane

Li Arjantînê piştgiriya bi pêngava azadiyê re

Di kongreya Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê de ku dawiya hefteyê li Buenos Airesê hate lidarxistin, şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Beşdarên kongreya Encuentro Memoria Verdad y Justicia (Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edalet) diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo wê hîn bêhtir hewl bidin.

Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 13’ê Mijdarê li paytexta Arjantîn Buenos Airesê destpê kir, bi tevlîbûneke xurt dewam dike. Ji 18 welatên Abya Yalayê (Arjantîn, Meksîka, Kolombiya, Ûrûgûay, Ekvator, Şîlî, Venezûela, Brezîlya, Bolîvya, Paragûay, Costa Rîca, Perû, Pûerto Rîco, El Salvador, Komara Domînîk, Gûatemala, Haîtî, Panama) zêdeyî 400 rêxistin tevlî bûn. Ji parzemînên din ên cîhanê jî 20 îmze hatin komkirin. Kampanya îmzeyan a li parzemînê wê 6’ê Kanûnê bi çalakiyek li Parlamenta Arjantînê bi dawî bibe. Rêxistinên civakî yên sivîl piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê nîşan didin.

BIRYARA HEVPAR A KONGREYÊ

Dawiya hefteyê li Buenos Airesê kongreya salane ya Encuentro Memoria Verdad y Justicia (Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê) hate lidarxistin. Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê ku di bin sîwana wê de zêdeyî 100 sazî hene, ku partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan jî di nav de ne, ji bo qirkirina di dema dîktatoriyê de neyê jibîrkirin û sûcdar bêne darizandin di sala 1996’an de ava bû. Nêrîna hevpar a kongreyê, şermezarkirina şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin bû. Her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo jî hate kirin. Ev nêrîn di encamnameyê de jî hate ragihandin.

Hin ji nûnerên li kongreyê nêrîna xwe bi vî rengî anîn ziman:

RUHEKÎ MEZIN Ê PIŞTEVANIYÊ

Ji serokên berê yên Partiya Gel a Karker a Arjantînê Elena Nono anî ziman ku weke partî ew daxwaza azadiya Rêber Apo dikin û bal kişand ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewime. Elena Nono diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan her roj hîn bêhtir polîtîkayeke tund, faşîst û li dijî mirovahiyê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û got, “Em piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan dikin. Li gorî me, vê kampanyayê hêzeke mezin bi xwe re aniye. Bi vê kampanyayê re ruhekî mezin ê piştevaniyê hate afirandin. Em ê di asta herî bilind de piştevaniya xwe ji bo azadiya Ocalan nîşan bidin.”

EM BI SÛCÊN DEWLETA TIRK ZANIN

Ji Sekreteriya Giştî ya Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan Marielena Nadeo destnîşan kir ku di heman demê de weke Dayikên Plazo De Mayo piştgiriyê didin vê kampanyayê û got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke nû nîne; em zanin ku di nava şert û mercên giran de û di nava şerekî qirêj de gelê Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Em zanin ku dewleta Tirk gelek sûcan dike. Ji bo berxwedana gelê Kurd bi taybetî berxwedana jinên Kurd divê em hêza xwe bi du qatî zêde bikin û bi berfirehkirina vê kampanyayê re dengê xwe bilind bikin. Ji bo azadiya demokratîk a gelê Kurd û lîderê gelê Kurd divê em piştevaniya xwe mezin bikin.”

EM NE TENÊ ÎMZEYÊ DIAVÊJIN BINÊ KAMPANYAYÊ

Dîrektora Mafên Mirovan a TA/Autonoma Nacional Maria Jose Kano bi bîr xist ku ew ji pêşengên kampanyayê ne û got, “Ji her goşeya welatê xwe ji bo sazî xwedî li vê kampanyayê derkevin em bi berpirsyarî radibin. Em ne tenê îmzeyê diavêjin binê vê kampanyayê, di heman demê de weke parçeyek ji vê kampanyayê û rêveberên vê kampanyayê li dijî şerê qirêj em piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd careke din nîşan didin. Bi vî rengî em dikarin zexteke navneteweyî bikin û bikin ku Ocalan azad bibe.”

TÊKOŞÎNEKE BI RENGEKÎ XURT

Ji endamên Panelos En Rebeldia ve Feministas Abya Yala Mirta Israili jî got, “Girtîhiştina Ocalan nêzîkatiyeke polîtîk e. Em jî bi têkoşîneke bi rengekî xurt dixwazin Ocalan azad bibe. Di heman demê de em xweseriyê ji bo gelê Kurd dixwazin. Ji Arjantînê em ê vê têkoşînê li gel hevrêyên xwe yên Kurd bimeşînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BUENOS AIRES

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li Dersimê li dijî desteserkirinê çalakiya deng derxistinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump wê navê Wezareta Parastinê bike ‘Wezareta Şer’

Serokê DYE'yê Donald Trump wê roja Înê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê û bi vî…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Rojava kom bi kom û tabûran herêmên xwe diparêze

Şêniyên gund, bajarok û bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca parastina herêm û taxên xwe di…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?