Di ser qetilkirina Ceylan Onkol a 12 salî re 17 sal derbas bûn ku li navçeya Licê ya Amedê di sala 2009’an de bi topa hewanê hate kuştin. Li gel salên di ser qetilkirinê re derbas bûne hîn jî bûyer kuştina Onkol nehatiye ronîkirin, têkildarî bûyerê kesekî bi tenê jî nehatiye darizandin. Lêpirsîna hate destpêkirin bi biryara “lêgerîna daîmî” weke kiryar nediyar tê hiştin. Daxwaza edaletê ya malbatê jî dewam dike.
Dema ku Ceylan hate qetilkirin rojnamevan Heval Onkol hîn şeş salî bû. Anî ziman ku têkildarî wê rojê bîranîneke wê ya yekser nîne, lê belê feryada dayika Ceylan tê bîra wê. Heval Onkol ji bo ronîkirina bûyerê û rastiyan dest bi rojnamevaniyê kir. Ragihand ku heta darizandina kiryarên kuştina Ceylan wê têkoşîna edaletê dewam bike.
Heval Onkol diyar kir ku bavê wê û yê Ceylan pismamê hev in û dema ew hate qetilkirin hîn şeş salî bû, lewma bîranîneke wê ya bi Ceylan re yekser nîne. Heval anî ziman ku gotinên li ser Ceylan li nava malbatê hatin gotin gelekî bandor li wê kir û got, malbatê bi salan qala jêhatîbûn, başî û serketiya Ceylanê kir.
Heval ragihand ku qetilkirina Ceylan di temenê zarokatiyê de ew gelekî êşan, hêrseke mezin bi wê re afirand û destnîşan kir ku vê hêrsê bi mirina Ceylan destpê nekir, lê belê kuştina Ceylan bû yek ji wan bûyeran ku hêrsa wê mezintir kir.
‘DEMA KU LI QADÊ DILÎSTÎM MIN BIHÎST’
Heval anî ziman ku zarokên Kurd di temenê biçûk de bi tundiya dewletê re rû bi rû dimînin û qala wê roja bihîstina mirina Ceylan kir. Heval Onkol got, “Weke her rojê, wê rojê jî bi rengekî normal û ji rêzê destpê kir. Lê belê bi bihîstina êşa Ceylan hejiya. Dema ku li qadê dilîstim bi feryada dayikan ez pê hesiyam. Ji ber zarokatiyê min fêhm nekir bê çi qewimî ye, lê belê zanîbû ku Kurd û zarok timî ji aliyê dewletê ve bi xwînxwarî têne kuştin. Bi vê têgihiştinê mezin bûbûm.”
‘FERYADA DAYIKA WÊ DI BÎRA MIN DE MA’
Heval diyar kir ku wê rojê li gel dayika xwe çû gel malbata Ceylan û bîranîna herî mezin a di bîra wê de ma feryada dayika Ceylan bû. Heval got, “Zêde tiştek neyê bîra min jî qîrîniya ‘Ceylana min’ a dayika Ceylan û feryada wê li mejiyê min neqişî. Vê feryadê hêrsa min a li hemberî dewletê qat bi qat zêde kir. Ez hingî gelekî biçûk bûm ku nizanîbû ev têkoşîn wê di kîjan astê de be; lê belê min zanî bû ku divê li hemberî dewletê li ber xwe bide û bikeve nava lêgerîna li heqîqetê. Ji ber ku weke her zarokeke Kurd min jî bi zilma dewletê çavên xwe vekir.”
‘DI HER NÛÇEYA TÊKILDARÎ ZAROKEKÎ DE CEYLAN TÊ BÎRA MIN’
Heval anî ziman ku dema mezin bû li gel Ceylan Onkol çîroka zarokên weke Ûgûr Kaymaz, pitik Solîn û Berkîn Elvan bihîst û diyar kir ku ji bo kiryar bêne ronîkirin û bûyerên qewimîne bêne bihîstin biryar da ku beşdarî nava kevneşopiya Çapemeniya Azad bibe.
Heval Onkol ku nêzî çar sal in rojnamevaniyê dike, diyar kir ku lêgerîn û têkoşîna heqîqetê her roj mezin dibe û got, “Dema her zarokek tê kuştin ez nûçeyê li ser çêdikim, bedena parçekirî ya Ceylan û Ceylan tê ber çavên min. Û her carê ez dibêjim, ‘Ceylaneke din hate kuştin’.”
Heval Onkol destnîşan kir ku heta edalet bi cih bê anîn wê dozê bişopîne û divê hemû êrişên li hemberî jin, zarok û tevahiya gelê Kurd ên di asta kuştinên kiryar nediyar de hatine kuştin bêne ronîkirin.

