Di jiyana gelekî de rewş û bûyer, hest û hezkirinek heye ku dilsoziya welat bi her awahî dide nîşandan. Her wiha her çiqas Rêberek gelê xwe bi salan nedîtibe ji, cardin di nava 4 dîwaran de bijî jî ji ber ku xwe xistiye nava dilê milyonan Kurdan her tim di dilê gelê xwe de bi giyana azad dijî. Rêber Apo di dîroka tevgera azadî û gelê Kurd de xwedî mîrateyek wisa ye ku xwe spartiye xewna mirovan, jiyana mirovan ya bedew.
Şêniyê gundê Lewcê ye Binarê Qendîl Kak Mihemmed Xidir (83), rixmê ku Rêber Apo qet nedîtiye jî bi awayek balkêş di xewna xwe de Serok Apo dît û xewna xwe ji ajansa me re parve kir.
XELK LI BENDA RÊBER APO NE KU DERKEVE DERVE
Kak Mihemmed Xidir ev tişt anî ziman: “Ez xelkê binarê Qendîlê ji gundê Lewcê me. Min xewnek li ser Rêber Apo dîtiye. Cihekî mezin bû, qadeke mezin wek qada futbolê bû. Min bala xwe didayê xelkek zêde li qadê kom bibû. Nêzî 2 hezar kes hebûn. Hin ji wan bi çek bûn û hin ji wan jî bê çek bûn. Ez çûm min silav da wan û wan jî bersivê silavê min dan. Min ji wan pirs kir ewqas mirov li vir çi dikin?
Li qadê qesrek mezin û xweşik hebû, Rêber Apo jî nav wê qesrê de bû. Xelk jî derdora wê qesrê girtine û li benda Rêber Apo ne ku derkeve derve. Ez jî bêhnekî sekinîm û li benda Rêber Apo bûm ku derkeve derve.
Di dawî de Rêber Apo derket derve û destek cilê zer lêbûn, mirovek gelek xweşik bû. Hespek li wê derê girêdabûn, Rêbertî li wê hespê siwar bibû û derket derve. Hat ber me derbas bû. Hin ji xelkê li hev civiyabûn, min ji wan re got; Rêber Apo bi hespa xwe derket û çû, xelk jî belav bûn û çûn.”
‘BILA ÊDÎ KURD ÊŞÊ NEKIŞÎNIN’
Kak Mihemmed, anî ziman ku ew dixwaze êdî Rêber Apo vegera nava gelê xwe û Kurd bigihêje maf û azadiya xwe. Kak Mihemmed, diyar kir ku ew bi hêviya ku Rêber Apo vegere nava Kurdistanê dijî û wiha domand: “Dixwazim Rêber Apo azad bibe û vegere nav Kurdan û êdî Kurd êşê nekişînin. Ez dibêjim ev bi aqil û bi fikrê ye. Ez dibêjim înşallah wê bê berdan. Siwarbûna hespê pîroz e, înşallah tê berdan û vedigere nav Kurdistanê û mafê her kesî wê bê dayîn.
Gava ku ez Rêbertî bibînim, ez ê bixêrhatinek gelek nerm û germ lêbikim. Ez ê jê re bêjim: Ya rebî bixêr hatî û wa hûn ji zindanê derketine. Hemû mîletê reben birçîbûn, tîbûn, westandin dîtiye, înşallah ev car em ê bi we re xweşiyê bibînin û mafê xwe bigrin.”
Kak Mihemmed Xidir ê 83 salî di emrê xwe ya peşmergetî ye de şahîdiya gelek pevçûnên di navbera hizbên Kurdî de kiriye. Kak Mihemmed Xidir behsa serpêhatiya çiyayê Qendîl û şerê ku li vî xakê aliyê van hêzan ve hatî jiyîn kir. Her wiha derbarê têkoşîna tevgera azadî û gerîla de nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser rûdanên pêvajoye banga Aştî û Civaka Demokratîk.
‘EM NAXWAZIN GERÎLA JI VIR DERKEVE’
Kak Mihemmed Xidir wiha berdewam kir: “Baweriya min ev e, ger ku gerîla ji Qendîl derkeve em ê zirarê bikin. A yekemîn gerîla gelek şehîd daye. Partiya gerîla partiyek mezin e. PKK’ê berpirsiyarê vê Qendîlê ye, xelk jî baweriya xwe bi gerîla heye. Ger ku gerîla vê derê vala bike, kes newêre li ser wan cadeyan tevbigere. A niha her kes bi dilê xwe tevdigere û rehete. Derveyî hêza gerîla hêz werin em warê ewlehiya jiyana xwe de metirsîdar in. Ji ber vê em naxwazin PKK’ê û gerîla ji vir derkeve. Em dixwazin PKK’ê li vir be û em bi vê yekê kêfxweş û şanaz in.”

