Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, gelê Kurdistanê hewl dide serdema nû nîqaş bike û siyaseta demê fam bike. Civînên gel ên DEM Partiyê rastî eleqeyek mezin tên û nîqaşên li ser pêvajoyê bi baldarî dişopînin.
Pêvajoya ku li ser banga dîrokî ya Rêber Apo dest pê kir, piştre PKK’ê di Kongreya 12’an de biryarên fesixkirinê û dawîkirina têkoşîna çekdarî girt û komeke gerîlayan di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi şewitandina çekan derbasî qonaxek nû bû. Qonaxa nû bandorek mezin li ser gelê Kurd çêkir.
Dewleta Tirk li Dersimê sepanên şerê taybet bi dijwarî lê dide meşandin. Gel piştî biryara Rêber Apo a bêçekkirina PKK’ê bi baldarî dişopîne. Biryar û pêşketin rojane, ligel fikar, tirs û hêviyan têne nîqaşkirin.
BAJARÊ KU DI HEDEFA DEWLETA TIRK DE YE
Dersim wekî bajarekî Kurdan a ku dewleta Tirk ji avakirina komarê ve polîtîkayên asîmîlasyon û êrîş dike derdikeve pêş. Piştî Qirkirina Ermeniyan, pêkhateya demografîk a bajêr hat guhertin û navê kirin “Tuncelî”. Piştî Qirkirina Dersimê ya 1938’an navê wê guhertin û bi asîmîlasyoneke dijwar re rû bi rû ma.
Siyasetên asîmîlasyon û şerê taybet ên li Dersimê hatine meşandin û ji ber vê yekê demek dirêj Dersim di rojeva dewleta Tirk de nebû. Gelê Dersimê bi destpêkirina rêxistinbûna Tevgera Azadiya Kurd û berxwdana li dijî dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên qirkirinê, piştgiriyek mezin dane tevgera azadiyê.
Dewleta Tirk bi taybetî naxwaze civaka Elewî ya Kurd bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re bên cem hev û li bajarên wekî Dersim û Elbistan ên ku Kurdên Elewî lê dijîn polîtîkayên şerê taybet xistiye meriyetê. Bi taybetî jî hewl dide ku pêşî li têkiliya gel a bi gerîla, PKK û derdora Tevgera Azadiyê re bigire.
Îro Tevgera Azadiya Kurd dikeve serdemeke nû û gelê Dersimê dîsa berê xwe daye Tevgera Azadiya Kurd û çanda wê ya berxwedanê. Bi taybetî Elewî li dijî polîtîkayên dewletê û kesên “Judenrat” ên ku Rêber Apo wan wisa pênase dike, li dijî Tevgera Azadiya Kurd Elewiyan propagandaya reşkirinê dikin û îdîa dikin ku wê Elewîtiya xwe nejîn.
LI DERSIMÊ RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBET
Di nav polîtîkayên şerê taybet ên li Dersimê têne meşandin de ya sereke ew e ku îdîa dikin ku baweriya Elewiyan û Tevgera Azadiya Kurd bi hev ve ne girêdayî ne û Tevger, Elewiyan li derve dihêle. Dewleta Tirk a ku li hember Elewiyan siyasetek taybet dimeşîne, pir caran argumana ku Kurd û Elewî nasnameyên cuda ne bikar tîne.
Bandorên vê propagandaya reş ku bi taybetî li Dersimê tê kirin, bandora wê li kolanan tê dîtin. Dewlet a ku berê cudahî di navbera Zaza û Kurdan de derdixist, piştî ku Tevgera Azadiya Kurd ev yek vala derxist niha hewl dide ku stratejiyek propagandaya reş a ku îdia dike ku Kirmanckî ne Kurdî ye têxe meriyetê.
Rêbazeke din propagandaya reş ku îdîa dikin ku Elewî ne Kurd in û Dersimî Kizilbaş in, kêm be jî hîn bandorê li ser gel dike. Li Dersimê li hin cemxaneyan li ser Kizilbaşiyê dikesinin. Her çiqas têgeha “Kizilbaş” an jî “Elewîtiya Kizişbaş” di salên 1990’î de pir belav bûbe jî, îro êdî ne ewqas bi bandor e.
Tevî kêmasiyan jî hewldanên Komeleya Elewiyên Demokratîk ji bo hişyarkirina raya giştî bandorek çêkiriye. Nemaze jî li hember tevlihevî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê taybet bandorek mezin çêkiriye.
Cureyek din a şerê taybet stratejiya dewletê ye ku bi rêya pereyan gelê Dersimê yên ku ji ber zilm û polîtîkayên şerê taybet her ku diçe xizantir dibin, neçar dike ku bi vî awayî bi xwe ve girê bide. Vê rêbazê bi taybetî bi destê polîs û leşkerên li Dersimê hatine bicihkirin, pêk tînin.
Kirê ya ku ji bo karmendekî giştî jî pir zêde ye, ji hêla leşker û polîsan ve ji bo çend salên pêş têne dayîn. Piştî ku ji bajêr derkevin li şûna ku xnî vala bikin, ji şûngirê xwe re dihêlin. Bi vî awayekî dewlet, li bajêr xwe birêkûpêk bi cih dike û di heman demê de mudaxeleyî demografiya Dersimê dike.
Dersimiyekî ku me li Xozatê pê re axivî got ku wî şeş sal berê xaniyê xwe bi kirê daye leşkerekî, lê piştî ku cihê wî leşkerî guheriye li şûna ku xanî vala bike, daye leşkerekî nû hatiye. Heman kes anî ziman ku dema xwestiye xaniyê wî were valakirin, gef lê hatiye xwarin.
Leşkerên ku bi malbatên xwe re tên baweriyên xwe li ser gel ferz dikin. Niştecihekî din ê Dersimî diyar kir ku di meha Remezanê de, malbata leşkerekî ku di heman avahiyê de ne, ji ber rojî negirin gelek caran bi wan re şer kiriye û wan gelek caran giliyê wan li gel polîsan kirine.
Dersimî diyar kir ku êrîşên rojane yên li dijî baweriya Elewiyan bi vî rengî berdewam dikin, leşker û polîs ên ku ji polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê hêz digirin, rojane tundiyê dikin. Her wiha destnîşan kir ku li kolanan û li ber deriyên avahiyan bi kîn û nefret li wan dinêrin.
POLÎTÎKAYÊN TAYBET LI SER CIWANAN DIMEŞÎNIN
Sepandinek din a şerê taybet a li Dêrsimê tê meşandin polîtîkayên dejenerekirina ciwanan e. Li bajarekî ku şert û mercên xebatê pir kêm in, ciwan an neçar dimînin ku bi awayekî neqanûnî ji welêt derkevin an jî ber bi navendên vexwarinê yên bajêr ên qerebalix ve têne arastekirin.
Yek ji aliyên herî balkêş ên bajêr pirbûna kargehên firotina vexwarin û vexwarinên bi alkol e. Pirbûna van firoşgehsn bala ciwanan dikşîne ser xwe.
Navçeya Xozatê ya ku nifûsa wê 6 hezar e, zêdetirî deh dikanên titûnê û bîraxane hene. Ev derena hema hema her êvarê tijî ne, ev jî dejenerebûna ciwanan nîşan dide.
Li Dersimê vexwarina alkolê ji rêjeya navînî ya Tirkiye û Kurdistanê bilindtir e. Bi taybetî di 15 salên dawî de di karanîna madeyên hişbirê de zebûneke berçav heye. Ciwanên ku madeyên hişbirê li navenda bajêr, navçeyan û deverên çiyayî bikar tînin wekî jiyaneke rojane ya asayî tê dîtin.
Her çiqasî gelê Dersimê li dijî vê yekê gelek caran meş û kampanyayên li dijî tiryak û fihûşê li dar dixin jî dewleta Tirk bi hêzên xwe yên çekdarî tiryak û fihûşê belav dikin.
Mînakek din a şerê taybet ew e ku di nava kesên ketî de xebatên sîxuriyê dimeşînin. Ev yek bala ciwanên bêhêvî û bê pêşeroj ên dixwazin bi lez pereyan qezenc bikin dikşîne.
Bi taybetî rêveberên xwecihî li dijî vê xefika bêhêvîtiyê ku ciwanên Dersimê tê de ne ti gavên berbiçav neavêtine. Her wiha avahî û partiyên siyasî yên bajêr bi tevahî van pirsgirêkan çareser nekirine an jî bi awayekî xemsarî nêzîkî wan bûne. Ev jî dibe sedem ku ciwan her ku diçe bi rêyên hêsan bigerin da ku jiyana xwe xilas bikin.
Amûra şerê taybet a dewleta Tirk a ku bi herikîna domdar a pereyan û bêhêvîbûna ciwanên dejener bûne ve girêdayî ye û tora xwe ya sîxuriyê li seranserê Dersimê xurt dike. Ev yek ji hêla gel ve baş tê zanîn; heta gel di navbera xwe navê sîxuran dibêjin û wan ji nav xwe derdixin.
WÊ BIDOME…