Şemî, 20 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Srî Lankayê heta Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa MÎA-FED: Exlaq cewherê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Şengal û Êzidî emanetê gelê Kurd in
Kurdistan

PJAK: Şengal û Êzidî emanetê gelê Kurd in

PJAK’ê bi wesîleya salvegera Fermana Şengalê daxuyanî da û wiha got, “Em wekî PJAK’ê êrîşên DAÎŞ’ê û alîgirên wî şermezar dikin, careke din piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xwesera Şengalê û gelê wê radigihînin. Şengal û Êzidî emanetê gelê Kurd in.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî 11’emîn salvegera jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê pêkaniyî, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Ji bo rizgarbûna Şengalê ji metirsiya komkujiyan û gihiştina azadiyê, hîna pêwîstiya Şengalê bi piştgiriyek berfireh a gelê me heye.

Şengal û Êzidî ji bo gelê me sembolên têkoşîna azadî û demokrasiyê ne. Di salvegera 11’emîn a jenosîda Şengalê de, em wekî PJAK, tevî şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê û alîgirên wan, piştgiriya xwe ya giştî ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê wê radigihînin. Şengal û Êzdî emanetê gelê Kurd in.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, di encama êrîşa koma sucdar a DAÎŞ’ê ya bi hevkariya xiyaneta hinek hêzên li Başûrê Kurdistanê, paşguhxistina xelkê Êzidî û reviyana ji Şengalê, her wiha piştgiriya dewlet û artêşa Tirk a dagirker de, li Şengalê fermana 74’an bi ser Êzidiyan de hate pêkanîn.

Gelê Êzîdî yê Şengalê, bi rastî sembola nasnameya dîrokî ya gelê Kurd û parêzvanê rewa yê çandek hezar salî ye ku nehiştiye ew were tunekirin. Rola xelkê Şengalê û ola Êzidî di parastina hebûna gelê Kurd de mezin û nayê înkarkirin.

Êrîşa li ser Şingalê, pêşxistina DAÎŞ’ê û piştgiriya Tirkiye ji bo koma terorîst, bi awayekî plankirî pêk hat û dewleta Iraqê û PDK’ê Şengalê bêxwedî û bêparastin hiştin.

Îro jî bi heman şêweyî Şengal jî di bin dorpêçê de ye, bi hezaran dîlgirtî hîn jî li benda rizgarbûnê ne. Heta niha jî gef û êrîşên din ên xeternak wekî beşek ji dagirkirin û komkujiyên mezintir ji hêla hêzên piştgir ve berdewam dikin. Ji bo rizgarbûna Şengalê ji metirsiya komkujiyan û gihiştina azadiyê, hîna pêwîstiya Şengalê bi piştgiriyek berfireh a gelê me heye.

Tevgera Azadiya Kurd û hêzên gerîla bi hemû hêza xwe bi fedakarî pêşî li komkujî û qirkirinê girtin. Îro bi saya fedakariya bi hezaran şehîdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk hatiye.

Ev destkeftiya mezin, berhema gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê ye û divê were parastin. Bê guman ev destkeftî berhema gelên bindeste, bi taybetî ya gelê Kurde û parastina wê erkê her kesî ye. Şengal û xwerêveberiya wê sembola mayîn an jî nemana hebûn û îradeya gelên Rojhilata Navîn e. Serkeftin û mayîndebûna vê sembola bi nirx tê wateya azadiyê, têkçûna wê jî tê wateya astengkirina bi dehan salan bidestxistina azadî, demokrasî û îradeya hemû gelên herêmê.

Îro jî, planên li dijî Şengalê bi senaryoyên piralî yên hinek hêzan û tedbîrên berê berdewam dikin. Paşeroja geş a Iraq û Herêma Kurdistanê bi azadiya xelkê Şengalê û xwerêveberiya wê ya xweser a demokratîk ve girêdayî ye.

Kombûna qeyranan û metirsiya şerê navxweyî yên li Iraqê wekî metirsiyeke din a mezin li dijî Şengal a dorpêçkirî tê hesibandin. Tirkiye jî bûye sedema şewatek mezin û metirsiyê girantir kiriye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) tevî şermezarkirina êrîşên DAÎŞ’ê û alîgirên wan, piştgiriya xwe ya giştî ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê wê radigihînin. Bîranînên hemû şehîdên mezin, di nav de şehîd Zekiyan û Dilgeşan ku bi fikir û ramana Rêber Apo ji bo parastina gelê Êzidî û Şengalê xebitîn, wê her tim zindî be.

Em bang li hemû gel û baweriyan dikin ku piştgiriyê bidin Şengalê û gelê wê û yekitî û yekgirtinek dîrokî pêkbînin.

Xelkê Şengalê tenê bi hêzên xwe yên parastina rewa û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikare hebûna xwe biparêze. Jê wergirtina îradeya xwerêveberiyê ji Şengalê, tê wateya bêpar hiştina azadiya gelê Kurd a li her çar beşên Kurdistanê û bêpar hiştina gelê me ji pêşengiya gelên herêmê di pêvajoya azadî û demokrasiyê de.

Her senaryoyek komployê ya li dijî Şengalê wekî temamkirina jenosîda DAIŞ’ê û dewleta piştgirê wê tê hesibandin. Ji ber vê yekê, ji bilî darizandina sûcdarên komkujiyê, erkê gelê Kurd û azadîxwazane ku hebûna Şengalê wek sembola xwerêveberiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn biparêzin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dersimê şerê taybet û êrîşên pir alî – I –
Nûçeya Pişt re Li firoşxaneya Viadellerosê hem hat tacîzkirin û hem jî bi sûcdarkirinê ji kar hat derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenê hovîtiya çeteyan a li nexweşxaneyê

Dîmenên ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê hovîtiya çeteyan raxist pêş çavan.

Ji aliyê Stêrk TV

PYD û Kongra Star bi tifaqê tevlî hilbijartinê dibin

PYD û Kongra Star biryar dan ku bi tifaqê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin. Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundewarên Minbicê bi dehan çete hatin kuştin

Di pevçûnên li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?