Li gorî Rojnewsê, danê sibehê agir bi konên Kampa Şarya ya ser bi Dihokê ketiye. Hate zanîn ku di encama şewatê de 3 konên koçberan bi temamî şewitîne. Li gorî rêveberiya kampê, şewat ji ber temasa ceyranê çêbûye.
Kampa Şarya ku koçberên Şengalê tê de bicih bûne, li sînorê bajarokê Sêmêlê ya ser bi Dihokê ye û di sala 2014’an de hatiye avakirin. Tê gotin di kampê de nêzî 4 hezar malbat hene.
Bi salane koçberên Şengalê yên di kampên Başûrê Kurdistanê de di rewşek xirab de ne. Niha li sînorên di bin destê PDK’ê de hîn jî gelek kampên koçberên Êzidî hene û tê gotin, PDK rê nade koçber vegerin ser cih û warên xwe.

