Nûnertiya YE’yê ya Iraqê bi daxuyaniyekê êriş piştrast kir û ragihand ku di bûyerê de tu ziyanên canî çênebûne. Di daxuyaniyê de, nûnerên YE’yê û mîsyonên dîplomatîk ên welatên endam êriş bi tundî şermezar kirin û xwestin ku berpirs werin cezakirin.
Hat destnîşankirin ku êrişên li ser nûnertiyên dîplomatîk û saziyên fermî sûc in. Li aliyê din, hat ragihandin ku li navçeya Xurmatu ya ser bi Kerkûkê ve, baregeheke leşkerî ya xwemalî Haşdî Şabî hate bombekirin. Piştî êrişê li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin, lê belê derbarê hûrgiliyên bûyerê de ji aliyê meqamên fermî ve daxuyaniyeke berfireh nehat dayîn.

