Li gorî agahiyan, doh derengiya şevê li taxa Masîkê ya ser bi parêzgeha Dihokê ciwanek bi navê Geljîn Dêwalkî hate kuştin.
Hate zanîn Geljîn Dêwalkî birayê parlamenterek YNK’ê ye û ji ber pirsgirêkek civakî hatiye gulebarankirin û kuştin.
Heta niha polîs û aliyên peywendîdar têkildarî buyerê ti daxuyaniyên fermî belavnekirine. Cenazeyê Geljîn Dêwalkî rakirine tiba edlî ya Dihokê.

