Hêzên Ked û Demokrasiyê, desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) de ne li gelek bajaran protesto kirin.
WAN
Platforma Şaxên KESKÊ ya Wanê, li dijî desteserkirina vînê li pêşiya avahiya saziyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û Berdevkê Platforma Şaxên Wanê ya KESK’ê Nîhat Tûnç anî ziman ku mafê hilbijartinê yê Kurdan hatiye desteserkirin.
Tûnç wiha axivî: “Dixwazin darbeyan normalîze bikin û civakê bielimînin desteserkirina vînê. Qeyûm darbeya li vîna gel û kedê ye. Qeyûm dijminê kedê ye ku kedkarên rêveberiyên herêmî ji ked û karê wan dike, peymanên giştî yên kar betal dike; sirgûnê, cudakariya li dijî sendîkayan û xebitandina zorî normalîze dike.”
Tûnç diyar kir ku şertê ewil ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li vîna gel e û wiha dewam kir: “Hemû biryar û mudaxaleyên berovajî vê yekê tê wateya desteserkirina vîna demokratîk a gel. Divê demildest ji vê darbeya li vîna gel hatî xistin paşde gav biavêjin û dawî li desteserkirina vîna gel bînin ku bi rêyên derhiqûqî û bi rêbazên zordar pêk hatiye.
ŞIRNEX
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê li pêşiya avahiya KESK’ê ya navçeya Silopî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aşitiya civakî rêzê li vîna gel bigire” hat vekirin û girseyê dirûşmeyên “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin.
Metna hevpar a daxuyaniyê Nûnerê KESK’ê yê Silopiyê Yaşar Taşdemîr xwend. Taşdemîr wiha axivî: “Bi tayînkirina qeyûman mafê hilbijartinê hatiye desteserkirin. Desthilat dest didane ser vîna gelê Kurd û dixwaze pergala qeyûman normalîze bike. Parlementerê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî anî ziman ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî desteserkirina vînê bernedin.
Piştî axaftinan girseyê bi qasî pênc deqîqeyan çalakiya rûniştinê kir.
ÎZMÎR
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li Qada Cumhuriyetê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Dest neden vîna min, em rê nadin qeyûman”, “Em ê li dijî desteserkirina vînê li ber xwe bidin û bi ser bikevin”, “Berxwedan dê bi ser bikeve” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê hevgirtin” û ”Qeyûm derbe ye, ji derbeyê re na!” hatin berzkirin. Ligel Seroka Şaredariya Karabaglarê ya CHP’ê Helîn Kinay û Seroka Şaredariya Konakê Nîlufer Çinarli Mutlu gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Cîgira Serokê Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev yek nîşanî me dide ku li welat maf û azadiya hilbijartinê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Helbet ev tarîtî wê rojekê belav bibe. Em ê li her derê banga demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bilind bikin. Em ji vir careke din bang dikin ku dawî li pergala qeyûman bînîn. Hevşaredarê Esenyûrtê Birêz Ahmet Ozer serbest berdin û vegerînin ser erka wî. Tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê betal bikin.”
AMED/BISMIL
Li navçeya Amed Bismilê, di nava wan de partiyên weke DEM Partî, DBP, DEVA û Partiya Saadetê hebûn gelek kes, li ber avahiya DBP’ê hatin ba hev. Heta Qada Bajêr meşiyan û li wir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de pankarta “Qeyûm darbeya li vîna gel e, ne îradeya qeyûmê ye, îradeya gel e” hat hilgirtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Mustafa Kûrt, desteserkirina îradeyê şermezar kir û diyar kir ku divê dest ji biryara nehiqûqî berdin.
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî anî ziman ku ew ti hêza siyasî ya ku vîna gel binpê dike nas nakin û got, “Weke gelê Kurd, em ê tecrîdê bişkînin û qeyûman ji vir bişînin. Em ê li Kurdistanê rê nedin faşîzmê.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
STENBOL/EYUPSULTAN
Hêzên Ked û Demokrasiyê Nûrtepe-Guzeltepe xwestin li ber deriyê Metroya Nûrtepeyê daxuyaniyê bidin, lê koma ku parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî hebû rastî astengiya polîsan hatin. Piştî berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin me asteng bikin” çûn ber avahiya DEM Partiyê ya Eyupsultanê û li vir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de pankarta “Rejîma qeyûman derbeya li vîna gel e. Qeyûm wê biçin em ê bimînin” hat vekirin. Mehmet Daltapa di çalakiyê de axvivî û anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rêya qeyûman hewl dide şaredariyên winda kirine destser bike. Daltapa destnîşan kir ku heta polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî got, “Em demokrasiyê dixwazin. Qeyûm dizî ye. Divê êdî êşên li van axan bi dawî bibin. Em ê aştiyê bînin van xakan. Divê mirov li dijî desteserkirina qeyûman destên hev bigirin.”