Civîn ji aliyê Meha El-Sekban çalakvana medenî û parisvana mafê jin birêve çû. Meha El-Sekban di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku li ser jin tê meşandin û giringiya tekoşîna jinan û wiha got: “Ev rûniştina me ya 15’emîn e ji bo piştgiriya kampaniya TAJÊ ya bi dirûşma li dijî qirkirina jin bibe dengê xwe parastinê, di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên imzeyan û her wekî din hene. Em hêvî dikin her kes beşdar bibe.”
Axaftina destpêkê ji aliyê cîhan Celo hate kirin. Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Cîhan Celo wiha got hemû jinên şoreşger û şehîdên fermanê bi bîr anî û wisa got: “Di serî de em hemû jinên berxwedêr bibîr tînin, jinên ku xwe fedayî şingalê kirin bibîr tînim. Jinên ku di fermanê de bûn qurban bibîr tînim. Weke ku tê zanîn di sala 2014’an de civaka Êzidî rastî fermanekê hat ku piraniya xwe jin bûn qurbanê wê fermanê. Nêzî 7 hezar jin hatin qetilkirin û êsîr girtin. Em spasiya hevalên ku beşdarî vê kombûnê bûne dikin û spasiya piştgiriya wan ji me re dikin. Ji ber ku ev kampaniya me ji bo parastina hemû jina ye ne tenê jina Êzidî ye.”
Cîhan bal kişand ser rewşa jinên Êzidî ya beriya fermanê û wiha got: “Jina Êzidî beriya fermanê tenê karê wê zarok mezin kirin bû û karê malê bû. Siyaseta ku li ser dihate meşandin nedizanî û ne jî dibihîst. Di sala 2014’an de bi desteka PDK’ê û Tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê ferman anîn serê civaka me. Ji bo wê jî piştî rizgarkirina Şengalê ji aliyê YPG’ê YPJ’ê û Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR Şengala aram ava bû. Desteka YJA-STAR’ê ne tenê di rizgarkirina Şengalê de hebû di azadkirina jin û birêxistin kirina civakê de jî hebû. Jina Êzidî ji tunebûnê xwe ava kir, xwe birêxistin kir, TAJÊ ava kir. Çek rakir, sazî û destgehên xwe ava kir. Lê mixabin tevî ku 10 sal li ser fermanê re jî derbas bûye, dewleta Tirk û PDK’ê êrîşên xwe yên li ser civaka me bidawî nekirine. Dewleta tirk bi belafiran êrîşî me û civak me dike. Di Şengalê de mafê hêzên me û rêxistinên me hene ku xwe birêve bibin. Em weke TAJÊ û YJŞ’ê li hemberî olperestiyê û netewperestiyê ne. Ji bo ku komkujiyên nû çênebin û ji bo avakirina netewa demokratîk ava bibe divê jina azad hebe.”
Cîhan celo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xalên ku di kampanya xwe de zelal diyar kirine û wiha got: “Ji bo ku em bersivekê bidin fermanê pêwistî bi yekîtiya jinan heye. Ji bo wê jî me bang kir xw dikin û dibêjin di sala 2024’an de werin em dengê xwe bilind bikin ji bo parastinê û li dijî qirkirina jin em bibin dengê xweparastinê. Pêwîste fermana ku hate serê jinê bê qebûl kirin û dîtin. Pêwîste sûcdarên fermanê bên darizandin. Mafê jinê heye ku xwe, welatê xwe û çanda xwe biparêze. Divê rêveberiya xweser di Iraqê de bê qebûl kirin. Divê hêzên Şengalê hemû hêzên rewa bên dîtin û qebûl kirin. Pêwîste li pêşiya hemû êrîşan û bi taybet êrîşên dewleta tirk bê girtin.”
Paşê li ser navê tevgera jinên Filistinê Fatin Ezdehmed axivî. Fatin Ezdehmed bixêrhatina her kesî kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir û got: “Silavê min ji bo hemû jinên şoreşger heye. Rewşa jin di giştî cîhanê de ber bi çav e, em hemû jinan silav dikin û silavê min taybet ji bo jina Êzidî heye. Jin bi giştî hatibû xistin û karê wê û jiyana wê sînordar bibû. Jin dîrok nivîsand, dinivîse û wê binivîse. Jin sembolekî esîle di dunyayê de ku kokê wê tune nabe. Ez silavê û rêzên xwe ji Abdullah Ocalan re rêdikim. Ez ji jina filestînî re dibêjim tu pêşenga jina ye. tu mifta roniya qudsê ye. tu dayik xwişk û hevala şehîda ye, tu rihê jiyanê ye.”
Fatin Ezdehmed bal kişand ser rewşa jinan li Filistînê û wiha got: “Şoreşa Filistînê gelek şehîd da ku piraniya wan jin û zarok bûn. Jinên Filistînî xwişk û hevala ku piştevaniya şoreşgerên din di çeperan de ne dike. Jinên Filistînê çirûska azadiyê bû ku di rûyê dagirkeran de teqiya. Ew koçbera ku bi koka xwe ya welatparêziyê ve girêdayî ye. Jin wê her li ber xwe bidin ji ber ku wê biser bikeve tevî hemû komkujiyan jî.”
Çalakvana siyasî û mafê jinan ya Sûdanê Ehlam Nasir jî li ser tekoşîna jina Sûdanî axivî û wiha got: “Tevî hemû şer û komkujiyan jî ez dibêjim jin pêşeng e, li ser xwe ye û çavkaniya jiyanê ye. Li sûdan şer û pevçûnên pir germ hebûn û di sala 2019’an de şoreşekî mezin çêbû ku dîktatoryekî mezin ku 30 salan dewam kiribû hilweşand. Di sala 2021’an de komplo ji aliyê leşgeran ve li ser şoreşê çêbû. Ji ber ku Sûdan qirîzên cidî di aliyê jiyanê de, weke perçebûnên heye, nakokiyên cidî, aboriyekî hilweşiyayî û bê aramiyekî mezin hebû. Di encamê de di sala 2023’an de şerekî mezin derket. Şer ji bo hilweşandina civakê ye ji her milî de. Ev du sal in şer dewam dike mixabin.”
Ehlam Nasir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandorên şer û wiha got: “Her ku şer dewam dike aramî jî namîne. Ya ku zerar jî dibîne jine. Ji hatin tecawiz kirin, ji malên xwe hatin derketin, işkence û zindanî kirin. Jin li pêşiya malbata xwe hate tecawiz kirin, tecawizên komî hatin kirin. Li pazaran hatin firotin. Çîrok û mijarên pir bi êş hene ku di nav şerê sûdanê de derketin hene. Lê me weke jina Sûdanî isbat kir ku tevî hemû tiştî jî em bihêzin û ji bo xwe ragiriya Sûdanê em tekoşîn dikin. Niha Sûdan ji sedî 60 di bin şer de ye. Xizmetên derûnî û tenduristiyê pir zêde kêm in ji ber ku derfet nîne. Mixabin ev jî bû sedem ku pir jinan xwe kuştin ji ber ku piskulojiya wan têk çûye. Me kampanyayek dabû destpê kirin bi navê ‘Em bi hev re li dijî tecawizê bisekinin’. Ev jî dengvedanekî mezin bi xwe re ava kir. Em weke jinên Sûdanî piştgiriya hemû jinên şoreşger û berxwedêr dikin.”
Parastvana giştî ya yekîtiya netewî ya jinên EL-Sehra Şabe Sîînî jî axivî û bal kişand ser rewşa jinan ya li Sehra Xerbî û wiha got: “Em spasiya vê kombûnê dikin. Weke ku hate dîtin jin li her dera cîhanê êş û zilê dibîne û dijî. Li hin cihan ji ber şer û hin cihan nakokiyên malbatî û çandî. Sehra Xerbî ji aliyê Îspanyayê ve hatibû dagirkirin. Ji bo wê jî her dem jina vê derê li himberî dagirkeriyê li ber xwe da ye. Her dem pêşeng e jin. Jinê her tişt kir li himberî dagirkeran, ji bo xweseriya xwe em ava bikin weke sehra xerbî jinê pir ked da. Li vir ne tenê jin zarok di heman demê de xwezaya me jî zerarê dibîne. Mixabin ji ber ku yekîtiyek jî nîne em lewaz dimînin weke jin li her derê. Ji bo ku em welatê xwe ava bikin divê em yekîtiya jinan ava bikin. Ji ber ku kesên bê welat bê keramet û şerefin jî. Nîvê me jinan li bin zilma dagirkeran dijîn û nîvê dîtir jî koçber in. Divê em bibin yek û nehêlin jinek libin zilmê bimîne. Em jî piştgiriya xwişkên xwe yên Êzidî, Filestînî, sûdanî, Îraqî, Sûrî û hemû jinan dikin.”
Endama Lêkolînên Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêhrîban Hisên jî axivî û wiha got: “Bihîstina êş û azarên jinan û hewlidana dîtina çareseriyê nirxekî pîroz e. Yek ji karên me yên sereke weke Jineolojî ew e ku em dîroka jin ya winda bûye dîsan derxînin û hemûy bineqişînin. Mînakê jinên şoreşger û pêşeng pir hene. Jinan her dem berxwedane li himberî tunebûnê. Weke ku tê zanîn li Sûriyê ev çend salin şer û aloziyên cidî dewam dikin. Di heman demê de şoreşa jin ya 19’ê tîrmehê tê zanîn ku rolê jinê ji bo avakirina civakekî azad û aram berbiçave. Jinên pêşeng derketin li vir. Mixabin we jî bihîs ku pir jinên pêşeng bi balfirên şer hatin hedef girtin û şehîd kirin ji aliyê dijminê fikra jina azad. Ji aliyê dewleta tirk û kesên ku destekê dide wan. Her dem jina pêşeng li bakur û rojhilatê bi şêwazên cûda cûda ji aliyê dijminan ve hate hedef girtin. Ji ber ku jiyanekî azad û aram li vir bi pêşengtiya jin tê ava kirin.”
Zehrîban Hisên bal kişand ser şêwazên parastina jin û wiha got: “Her kesî bal kişand ser şêwazên kuştina jin û lîstokên ku liser jinan tên kirin. Bal hat kişandin ser jinên têne tecawiz kirin. Lê pêwîste em çi bikin ji bo pêşî girtina van êrîşan. Ez bal bikşînim ser hindek xalên ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ji bo parastina jinan. Mînak ger ku jin di aliyê madî de derfetê wê nebe û kar nek, yan jî kar bike perê wê kêm be, ev hemû dibûn sedem ku zilim li jinê bê kirin. Ji bo wê jî me kooperatîfên jinan ava kirin ji bo ku hemû jin bi hevre kar bikin. Me komîteyên parastina xwezayê ava kirin. Me çalakiyên hişyarkirina jinan ya ji zewaca temenê biçûk lidar xistin. Rolê jinan di şoreşan de her dem tenê anîna zarokan bû, lê niha rola me ewe ku em jinan ji van xalan hişiyar bikin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gundekî bi navê Jinwar ava kir ew jî tenê jin tê de jiyan dikin, ev jî yek ji gavên parastina jina ye û pir karên wisa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ava kirin û gavên mezin jî hatin avêtin. Dema ku em hemû jin di cîhanê de ji hev agahdar bin em ê karibin çareseriyê ji her tiştî re bibînin. Divê em hemû jin di milê zanistî de bihêzbin jibo ku em karibin xwe û şoreşa xwe biparêzin.”
Civîn 2 setan bi nîqaşên germ dewam kir.
Çavkanî: Ajansa JINHA