Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji saetên sibehê ve berê xwe da daîreyê ku navên xwe qeyd bikin. Qeydkirin saet ji 9.00ˊan sibehê heta saet 15.00ˊan ve hat destpêkirin û wê heta mehekê li gel qabiliyeta dirêjkirina demê vekirî be.
JI BO SERLÊDANÊ BELGE ŞERT E
10 karmendên Daîreya Qeyd Sivîl, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê li ser xebata tomarkirinê disekinin, ji serlêdanan tê xwestin ku belgeya bicihbûnê, belgeyek danasînê tevî îsbatên kesayetên ên dîtir weke îsbata kesayeta pêşkêşkirî tê xwestin.
PÊVAJOYA PIŞTRASTKIRIN Û LÊKOLÎNÊ
Gerînendeyê daîreyê Ebdullah Ebdullah li ser mekanzîmeya pêşkêşkirinê ya mektûman axivî û destnîşan kir ku daîreyên têkildarî alîkariya welatiyan çi kes an jî malbat dibin dikin, lê şert e ku cihê rûniştinê û belgeya danasînê, dosyayên îsbatkirinê bi daxwaznameyan re hebin. Ebdullah anî ziman ku wê komîteya pêşwazîkirinê daxwaznameyan lêkolîn bike û hevdîtinê bi kesan re bike ku agahiyan bi awayekî fermî di demek bê de tesbît bike.

