În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji saziyên Elewiyan banga Newrozê: Roja mezinkirina têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroz li Sêweregê bi tevlîbûneke xurt hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Erzînganê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!
Kurdistan

Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!

Di rojên qiyametê de, di bin lingên hespên hesinî de, di nav çinginiya şûrên fermanê de wê qedera zarokekî bêkes çi bibe? Zarokek bêkes, gorek bêkes. 11 sal in nayê zanîn ka ev zarok kî ye, ji ku derê ye. Belkî jî 11 sal in dayika vî zarokî li bendê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ey Felek ji bo te dinalim

Ji bo çi nêrgîs çilmisîn

Ew çima bextê me ho ye

Em bê dost û bê kes in*

*Ji strana nemir Mihemed Şêxo

Di nav rojên qiyametê û dîmenên mehşerî de, çîrok û serpêhatiyên zarok, jin û kalemêrên Êzidî hê jî dil dax dikin. Yek ji van çîrokan, çîroka zarokekî bênav û bêkes e ku li Şengalê çavên xwe ji dest da û jiyana wî bi dawî bû. Ev serpêhatî, çîroka zarokekî di qiyametê de tenêmayî ye ku qêrîna wî li asîmanê heftan deng vedabû. Çîroka vî zarokî qiyameteke bêdeng e ku bi bîr dixe ka çawa şûrê fermanê dikare jiyana zarokekî bêguneh bidirîne.

 

DI NAV QIYAMETÊ DE ZAROKEKÎ TENÊ Û PÊXWAS

Li aliyekî toz û dûxana lingê hespên hesinî yên çeteyên DAÎŞ’ê, li aliyekî jî toz û hecaca bi deh hezaran kesên ku li rêya rizgariyê digeriyan. Her çend dayikên dilşewat bi destên zarokên xwe girtibin jî, ba û bagera fermanê ew ji hev qut dikirin, dûr dixistin. Zarokên berşîr ji pêsîra dayîkên xwe dihatin qutkirin! Di nava vê rewşa mehşerî de, zarokekî pêxwas û tenê li derdora xwe digeriya lê nedihat zanîn ka li çi digere. Rûyê wî bi toz û dûmanê pêçayî, çavên wî ji rondikan ziwabûyî. Bi dilê xwe yê nazik, nedizanî berê xwe bide kîjan aliyê dinyayê.

ÇAV ZIWA DIBE, TARÎTÎ ŞÛNA RONDIKAN DIGIRE

Li aliyekî li dayîka xwe digeriya, li aliyekî li firek av digeriya ku tîna dilê xwe bişkîne û li aliyekî jî li starekê digeriya ku serê xwe lê deyne. Lîstokên zarokanî di bîra wî de bûn, lê ne şûrê fermanê lîstok bû ne jî qehremanên zarokan xwe gîhandibûn ba wî. Di nava vê bêkesî û windahiyê de, çavên wî yên ku berê bi rondikan tije bûn, hêdî hêdî ziwa dibûn, kêlî bi kêlî dinya li ber çavan tarî dibû. Kesên ku didît dizanî, êdî wê giliyên xwe çawa li ba xwedayê bike.

JI BO TEDAWIYÊ EW DIBIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

3 rojan di nav kelegerma havînê de û pêxwas li hemû gelî û newala Çiyayê Şengalê  qêriya û li dayîka xwe geriya, êdî rondik di çavên wî de neman, ziman ziwa û reş bû. Ew çavên reş û belek ziwa bûn û ji her du çavan kor bû. Ew zarokê bêguneh, bê nav û bê kes, û ji her du çavan kor, hinek kesên ku bi hawara Şengalê ve hatibûn, ji bo dermanek jê re peyda bikin ew bi xwe re birin Rojavayê Kurdistanê, nexweşxaneyeke li Dêrikê. Lê ne lokman hekîm ne jî dermanan têrî êşa wî ya giran kirin. Piştî rojekê, nefesa xwe ya dawî da û rih jê kişiya…

GORA ZAROKÊ BÊNAV LI MEZARGEHA FELEKÊ YE

Bedena wî ya biçûk û nazik li mezargeha Êzidiyan a diyarê Felekê, li bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin. Heta roja me ya îro jî, kes nizane ew kî ye, kurê kê ye û ji kîjan deverê ye. Wisa ma, goreke bêkes û bêxwedî, ji her du çavan kor û bû çîrokek a ji hezaran çîrokên ku nehatine bihîstin.

Ev çîrok di rastiyê de ne çîroka zarokekî ye, kakilê çîroka mirovahiyê ye. Bêkesiya wî, bêkesiya bîr û baweriyekî ye. Korbûna çavên wî, korbûna demîr û wijdana dinyayê ye. Ne ku ev zarok bê dayik, bê welat û bê kok e. Ew zarok di gora xwe de li bendê ye ku kesên ji însanetiya xwe neketine, biçin ser tirba wî û ne li ber wî zarokî lê li ber xwe bikevin. Ew banga wijdana mirovahiyê ye ku li hemberî vê qiyametê kes bêdeng nemîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Têkoşîna hevbeş dikare vê şewatê vemirîne
Nûçeya Pişt re Prof. Kîeser: Êdî Kurdên li Lozanê nînin, ew şêwe didin pêşerojê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Banû Guven: Şandina heyetê ji bo Îmraliyê xaleke werçerxê ye

Banû Guven anî ziman ku çûyîna heyetê ya ji bo Îmraliyê "werçerxeke dîrokî" ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

2 şehîd li Kobanê hatin veşartin

Xelkê Kantona Firatê cenazeyê 2 şehîdan spart axê, du şehîd jî bi bîr anî.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi siyanurê jehr li Giyadînê tê belavkirin

Li gundê Melegerî ya navçeya Giyadîn a Agiriyê, şîrketa Koza ya ku bi siyanurê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Newroz li Sêweregê bi tevlîbûneke xurt hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroz li Erzînganê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?