Li 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê hilbijêr dengê xwe bi kar bînin û serokê ku 4 salan welêt bi rê ve bibe hilbijêrin.
Serokê berê yê DYE’yê û namzetê Partiya Komarger Donald Trump ku di hilbijartinên beriya niha de li hemberî Joe Biden winda kir, senatorê Ohio’yê JD Vance ji xwe re kir alîkar.
Namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris jî waliyê Minnesotayê Tim Walz ji xwe re kir alîkar û bi hev re tevlî hilbijartinê bû.
Kamala Harris di halê hazir de alîkara Serokê DYE’yê ye. Serokê DYE’yê Joe Biden meha Îlonê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwe ji hilbijartinê vekişand û Kamala Harris li şûna wî weke namzet hate diyarkirin.
SÎSTEMA HILBIJARTINÊ
Hilbijartinên Serokatiya DYE’yê bi dengê 538 delegeyên ji 50 eyaletan diyar dibe. Namzeta/ê ku dengê 270 yan jî zêdeyî wê werbigire, dibe serok.
Li welêt li gel hilbijartinên Serokatiyê her wiha ji bo diyarkirina endamên Kongreya DYE’yê jî dengdan tê kirin.
EYALETÊN KRÎTÎK
Li DYE’yê di mijara hilbijartinên eyaletan de xwedî xeteke muxafazakar e. 43 eyalet hene ku Demokrat û Komarger lê xurt in û encamên hilbijartinên li van eyaletan kêm zêde diyar in. Di rewşeke bi vî rengî de hin eyalet xwe didin pêş ku di nava raya giştî de weke ‘eyaletên hêlanê’ têne pênasekirin û rengê dengê wan dikare bê guhertin.
Di hilbijartinên 2024’an de encamên hilbijartinên li eyaletên Georgia, Kuzey Karolina, Pennysylvania, Michigan, Arizona, Wisconsin û Nevadayê weke encamên diyarker ên hilbijartina serokê nû yê DYE’yê têne dîtin.
ENCAMÊN ANKETAN
Li gorî anketan Harris û Trump rêjeya dengê wan nêzî hev e. Li gorî temamiya naketan dengê Harris bi pûanekê li pêşiya Trump e.
Lê belê cudahiya dengê navbera herdu namzetan ji para kirina şaşitiyê ya anketan kêmtir e. Ji ber vê yekê jî ti ji şîrketên anketê texmîneke şênber nabêjin.
ROJEV KOÇBERÎ Û ABORÎ YE
Rojeva bingehîn a hilbijartinên DYE’yê koçberî û aborî ye. Di nava van mijaran de koçberî weke pirsgirêka bingehîn li pêş e. Kamala Harris bi gotinên xwe yên nerm ên têkildarî koçberan balê dikişîne. Trump alîgirê polîtîkayên hişk e ku deriyên welêt bi temamî li koçberan bigire.