Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku duh çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ên dewleta Tirk a dagirker di navbera gundên Gawenda û Şingêlê yên bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî de bi awayekî hovane li Rênas Omer (16) û Xelîl Omer (17) dane. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) komên paramîlter hewl dane pereyê zarokan desteser bikin û êşkenceyeke giran li wan kirine.
Her wiha çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ duh welatiyê bi navê Xelîl Ebdo Cimo (41) ê ji gundê Beradê yê bajarokê Şêrawayê revand û bir navenda xwe.