Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rojane sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan dewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 7’ê Nîsanê şêniyê bi navê Ebdo Hisên Hisê li gundê Amara yê navçeya Recoyê revandiye.
Heta niha aqûbeta Ebdo Hisên Hisê ne diyar e.