Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê li dijî êrîşên çeteyûn HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Kolana Gulistanê kom bû, xwest bi meşe. Meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Parlamenter Ruştu Tîryakî beriya ku meş dest pê bike çalakî bê lidarxistin axivî û got: “Dilê me ji bo şehîdên Kurdistanê diêşe û em xemgîn in. Lê bila her kes bizanibe heta li Rojavayê Kurdistanê aştiyek mayînde ava nebe, dê gelê Kurd li ser pêyan be. Em ê li Êlihê li kolanan dest ji çalakî û berxwedanê bernedin.”
Gel di bin dorpêçê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Rojava Rojwelat e Kurdistan yek welat e”, “Her yer Rojava her yer berxwedan” berz kirin.
Rojnamevan di bin dorpêçê de hatin girtin. Gel dorpêça polîsan şikand û ber bi rûya Gulistanê ve dest bi meşê kirin.

