Li gorî nûçeya Der Spiegelê, li herêma Mittelfranken a ser bi eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, derket holê ku kesekî endamê partiya rastgir a tundrew Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD), piştî ku siwareya xwe şewitandiye, hewl daye sûcê bixe stûyê komên çepgir.
Li gorî daxuyaniya polîs, gumanbar ne tenê siware daye ber agir; her wiha ji bo ku bûyer wekî êrîşeke siyasî xuya bike, bi şanenava “Antifa” nameyeke gefê ya sexte amade kiriye. Hat tespîtkirin ku sloganên li ser dîwarê xaniyê wî hatine nivîsandin jî ku bi armanca afirandina bandora êrîşê hatibûn amadekirin dîsa ji aliyê heman kesî ve hatine nivîsandin.

