Meclisa HDK’ê ya Enqereyê ji bo ragihandina kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hatiye destpêkirin li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çankayaya Enqereyê civiya û daxuyanî da. Endama Meclisa Ciwanan a HDK’ê ya Enqereyê Neval Çaşûrlûk daxuyanî xwend.
Endama Meclisa Giştî ya HDK’ê Belgîn Koç têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd wiha axivî: “Em vê pêvajoyê weke deriyekî ji aştiyê re hatiye vekirin dibînin û her firsenda ji bo aştiyê derdikeve holê dişopînin. Em her tim şens dayîna aştiya bi rûmet rast dibînin.”
‘JI BO AVAKIRINA AŞTIYÊ BERPIRSYARIYA XWE PÊK BÎNIN’
Endama Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Enqereyê Neval Çaşûrlûk metna daxuyaniyê xwend û got: “Li Tirkiyeyê di nava 40 salên dawî de ji ber polîtîkayên ewlekariyê herî kêm 3 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Ev rewş sedema bingehîn a tunebûna civakî û xizaniyê ye. Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî ye. Em ê ti carî dev ji parastin û daxwaza aştiyê bernedin. Em bang li hemû derdorên siyasî û civakî, bi taybetî TBMM’ê û welatiyên ku hesreta jiyaneke azad û adil in dikin ku ji bo avakirina aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”