În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî: Em ê heta pêkanîna statuya Kurdî têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya DEM Parti ya derbarê Doza Kobanê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Baskê Qersê yê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ destpê kir
Kurdistan

Baskê Qersê yê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ destpê kir

Baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Piştî daxuyaniya li Wanê, li Qersê jî ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ destpê kir. Têkildarî mijarê li oteleke li Qersê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Meş wê heta 15’ê Sibatê dewam bike û beriya meşê li hotêleke bajar daxuyanî tê dayîn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.

‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN MISOGER BIBE’

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bi bîr xist ku demeke dirêj e ew nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin û got, “Birêz Ocalan got, ‘Ez dikarim şer di nava hefteyekê de biqedînim’. Ji bo vê jî divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Li girtîgehan greva birçîbûnê û nobeda edaletê ya dayikan jî dewam dike. Li welêt xitimîneke mezin heye û sedema vê jî pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî divê tecrîd bê rakirin. Em ê 15 rojan qalê bikin bê tecrîd tê çi wateyê. Aştî ji bo her kesî divê. Divê em dest bidin hev. Bibêjin ‘Êdî bes e’ û vê tecrîdê bişikînin. Wekî din çareyeke me nîne, aştî bi rakirina tecrîdê dibe.”

Sekretera Rêxistinbûnê ya Navenda Giştî ya DAD’ê Şukriye Ercan jî ji bo meşa mezin a azadiyê banga xwedîderketinê kir û got, “Li vî welatî dema ku pêvajoya aştiyê destpê kir, bihar hat. Gelên li welêt hemû hemhalê hev bûn. Pêvajoya aştiyê û ev meş ji bo Elewiyan gelekî girîng e.”

‘ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN TECRÎD E’

Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salîh Kûday jî got, “Tecrîd tê wateya komkujî, mirin û şewitandina daristanan. Pêwendiya van hemûyan bi tecrîdê heye. Em naxwazin ne leşker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dikin. Tecrîd ne tenê li ser Kurdan e, li dijî her kesên li welêt e. Dema ku tecrîd tê şidandin faşîzm û tekperestî tê xurtkirin. Ji bo ev yek bê rawestandin, ji bo mirov nemirin divê tecrîd bê rakirin.”

Ji Kongreya Îslama Demokratîk Mahmût Taniş jî got, “Bila careke din mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin. Mirov ji ber ziman û ola xwe zext û zordariyê nebînin.”

‘HER KESÊN KU ŞER NAXWAZIN DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku armanca bingehîn a vê meşê rakirina tecrîda li Îmraliyê, afirandina derfetên ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgriêka Kurd e.

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku gelê Kurd her firsendê destê xwe yê aştiyê dirêj kir, lê belê desthilatdariyê bi tank, top, balafiran bersiv da û got, “Destpêkirina vê meşê ji Qersê xwedî wateyeke gelekî girîng e. Qers bajarekî me yê kevnar e ku dergûşa jiyana bawerî û gelên cuda ye. Li vê derê Azerî, Terekeme, Caferî, Kurd, Tirk, Elewî, ji her gel û baweriyan mirov bi rengekî aştiyane û aram bi hev re dijîn.”

Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, “Em ji vê derê bang li mirovên li Tirkiyeyê yên alîgirê aştî, edalet û wekheviyê dikin. Bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyî dikin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê tevkariyê li çareserkirina şerê li Rojhilata Navîn jî bike.”

Piştî daxuyaniyê meşê destpê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QERS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH’ê Hrant Dînk bi bîr anî: Dewleta Tirk qirkirinê didomîne
Nûçeya Pişt re Tahîr Temel piştî dîlgirtina 30 salan hat berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gerîlayê HPG’ê Berxwedan Hesekê merasîm hate lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Berxwedan Hesekê (Omer Herdan) merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de dilsoziya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî bang li Kurd, Ereb û hemû gelan kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan 

Tevgera Azadî bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê ye

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî Koma Meclîsê ya AKP'ê serdana Serokê Giştî yê Partiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?