În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin
Rojane

Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hat kirin. Di daxuyaniyan de peyama, “Em bi hev re li dora zimanê dayikê civakek demokratîk ava bikin” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hatin dayîn.

WAN: Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Ziman û Çandê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Baroya Wanê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hat vekirin û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêveberê DADSAZ’ê Veysî Atay metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser dîroka 15’ê Gulanê û Kovara Hawarê. Veysî Atay, destnîşan kir ku zimanê Kurdî bingeha hebûn û nasnameya gelê Kurd e û got: “Kurdî hîmê yekîtiya neteweyî û mifteya azadiya Kurdan e. Tevî her cure êrîş û polîtîkayên pişaftinê, Kurdî sed sal in hebûna xwe diparêze. Her çend di peymanên navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatibe misogerkirin jî, Tirkiye bi şerhan nahêle gelê Kurd ji van mafan sûdê bigire. Li gorî xala 42’yan a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e.”

Veysî Atay, di dawiya axiftina xwe de bang li meclîs û rayedaran kir û diyar kir ku divê hemû astengiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Veysî Atay, li ser navê hiqûqnasên Kurd bang kir û got : “Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statûya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bidomînin. Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.

ERZIROM: Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî (Statuya Kurdkî perwerdeyo bi Kurdkî)” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partî ya Erziromê Yavuz Karabudak, axivî û anî ziman ku perwerdeya bi Kurdî mafê herî xwezayî yê Kurdan e û ev tişt got: “Di rojek wiha girîng de, em bang li jin, ciwan, kedkar û rewşenbîrên ku ji bo ziman û nasnameya me têdikoşin, dikin. Bibin hêza avakar ê civaka demokratîk, berpirsiyariyê li xwe bigirin em civaka demokratîk li dora zimanê dayikê bi hevre ava bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

MÛŞ: Rêxistina DEM Partiyê ya Kopê, li avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Kopê Leyla Guneş Eser ve hate xwend. Leyla Guneş Eser, anî ziman ku zimanê dayikê nasnameya wan e û Kurdî zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye.

Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

AMED: Xwendekarên Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê li zanîngehê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê xwendekara zanîngehê Meral Zeytun ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê xwendekaran stranên Kurdî stirîn û govend gerandin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin
Nûçeya Pişt re Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Çareseriyeke leşkerî ya vî şerî tune ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

Xizmên windayan û ÎHD di hefteya 900’an a çalakiya xwe de, bang kirin ku “Komîsyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Tifaqa Dersimê çû serdana Sarigul ê wezîfeya wî hatî xespkirin

Pêkhateyên Tifaqa Dersimê çû serdana Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul ê wezîfeya wî hatî xespkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna hate veşartin

Fermandara YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku li Dersimê şehîd bû, li Êlihê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?