Xaka Mezopotamyayê di hembêza xwe de tim xwendawendên pîroz hewandine. Ji Înannayê heya Zenûbiyayê, ji Sarayê heya Asyayan li ser xaka xwe xwedawendên xwe mezin kirine. Dilsoziya xwe ya ji Rêbertiya xwe re,hezkirina welatê xwe û daxwazên xwe yên têkildarî jiyaneke azad û wekhev bi têkoşîna xwe îspat kirin. Li gel îradeya xwe ya ji pola li hemberî zîhniyeta bi hezaran salan şer kirin û li ber xwe dan. Meşaleyên azadiyê di hemû kêliyên jiyana xwe de bilind kirin. Destûr nedan tu kes û hêzan bûn yek û li cîhaneke ku jin qebûl nedikir nav û dengê xwe dan zanîn. Li hemberî hemû kesên ku ew biçûk, bê hêz û bê îrade dîtin, bûn îrade û hebûna xwe nîşan dan. Yek ji wan jinan jî Kadriye Ozlu (Rûken Mamxurî) bû.
Li welatê rojê, li ser xakên ku lê şoreşgerên mezin dijîyan, mezin bû. Tevî ku dizanî rêya wê ne hêsan e jî bi israr bi biryar bû ku heya dawiyê li ser wê rêyê bimeşe. Li welatê mûcîzeyan Cûdîyê, li mekanê Nûh Pêxember, di dilê xwe de xwedan hesreteke mezin bû û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk dianî; dibe gerîla û bi serfirazî çeka birayê xwe yê mezin hildigirt. Rûken Mamxurî ya ku ji Colemêrgê bû, di nava eşîra Mamxurî ya welatparêz de mezin bû. Ji malbat û derdora wê tevlîbûn û şehîd hebûn; ev yek bû sedem ku Rûken bi hestên welatparêziyê mezin bibe. Çand, ziman û kevneşopiyên Kurdî di pîvanên xwe yên jiyanê de pêk anîn. Weke jineke welatê xwe ya resen mezin bûye û hatiye mezinkirin. Dilsoziya wê ya ji xakên xwe re di ronahiya çavên wê de xua dikir; bişirîna li ser rûyê wê, hesreta wê ya ji welatekî azad re nîşan dida.
Tevgera gerîlayên Kurdistanê ya li wan herêman, bû sedem ku hevrê Rûken vê rastiyê bibîne. Hê di zarokatiyê de tekane xeyala wê ew bû ku bibe yek ji wan gerîlayên hêja yên ku ji bo azadiyê derketine rêya dirêj. Hevrê Rûken bi vê hezkrin û dilsoziyê mezin bû û di ciwantiya xwe de biryara tevlîbûnê da. Di sala 2009’an de li Cûdiyê tevlî nava refên gerîlayan bû. Li garê perwerdeya sereke stand û hişmendiyeke kûr bi dest xist. Ji ber ku ji hevrêtiya Apoyî bandor bûbû herê zêde çavdêriya nêzîkatî û peştevaniya gerîlayan dikir; her çend jidilî didît dilsoziya xwe ya ji hevrêtiyê re di kesayeta xwe de xurttir dikir. Tevî ku hê nû tevlî jiyana gerîlayan bûbû jî bi hez û fedekariya xwe heya kêliya dawîn bû gerîlayeke mînak ya xwedî ked û tevlîbûnê.
EVÎNDARA WELATÊ XWE BÛ
Heval Rûken dema ku hê gerîlayeke yek salî bû, di sala 2010’an de şehadeta birayê xwe yê mezin Mazlûm Mamxurî dît. Ew hem birayê wê yê mezin hem jî hevrêyê wê bû; ev yek bû sedem ku heval Rûken rastiya dijmin baştir nas bike û hêrsa wê mezintir bibe. Hêrsa xwe ya ku bi salan bû li hemberî dijmin mezin dikir, li gel şehadeta birayê xwe yê mezin veguherand bersiveke mezin. Helbet li hemberî vê yekê têkildarî bê ka wê ji dijmin çawa û bi kîjan rê û rêbazê tola xwe hilîne jî hişmendiyeke kûr pêş xistibû. Her roj dema çavê xwe vedikir, soza xwe ya afirandina welatekî azad yê bi xwîna şehîdan dubare dikir. Piştî ku demekê li Botanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Têkoşîna xwe li qadên cuda domand. Li hemû qadên lê dima bi saya jidiliya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û jêre rêz hate girtin. Weke milîtaneke jin meşa li ser xeta hevrêyên xwe yên şehîd, xwedîlêderketin û parastina nirxên hatine bidestxistin, kirin pîvana jiyana xwe.
Heval Rûken, ji bo ku li hemberî gelê xwe erkên xwe bi cih bîne, berê xwe da Kerkûkê û li wir beşdarî şerekî giran bû. Kerkûka ku bûbû navenda şer û pevçûnên tund, ji bo Rûkenê veguherî qada serkeftin û berxwedanê. Li wir şer kir, têkoşiya û cesareta xwe li gel serkeftinên mezin nîşan da. Cihê ku ew lê dima coş û mo ral gelekî zêde bûn; bi kenê xwe yê weke zarokan dibû çavkaniya kelecaneke bêdawî. Heval Rûken a ku gelekî ji hevrêyên xwe hez dikir, hemû caran bi hezkirineke mezin nêzîkî wan bû; bi heman awayî gelekî disozê xwezaya welatê xwe bû. Dema ku xwezaya welatê xwe didît, bêhna wê fireh dibû, bi wan bedewiyan re dibû yek. Berê xwe dida dar û pelên welatê xwe, ew temaşe dikirin û soza jiyaneke aram û bêyî şer û pevçûn dida. Bi vê hezkirinê dubare derbasî Botanê bû, dixwest dubare vegere ser wan xakan û hesreta dilê xwe pêk bîne.
Botan mekanê gerîlayên destpêkê bû; welatê Egîd û Bêrîvavan bû. Heval Rûken xwesteka xwe vegera Bakur bi van gotinan tîne ziman: ‘’Bakur ji bo hemû gerîlayan taybet e; ji bo min jî ew çiya hêja û bi qîmet in. Min pêngavên xwe yên ewil li wan çiyayan avêtin; li wir fêrî jiyana birûmet bûm û tevlî nava gerîlayan bûm. Dema ez li Bakur, ez zêdetir xwe nêzîkî Rêber Apo hîs dikim. Ji ber vê yekê bi îdîaya azadkirina Rêbertî ez ê dubare vegerim Bakur yanî Botanê. Me dît ku li pêş çavên dayikan zarokên wan hatin qetilkirin; dilê wan dayikan weke agir şewitî û bûn girî. Ji ber vê yekê ez di vegera xwe bi israr û biryar im; tolhilanîna wan yek ji erka min e û divê ez vê erka xwe bi cih bînim.’’
BERÊ XWE DA BOTANÊ
Bi vê biryardariyê berê xwe da Botana welatê serhildanan. Demaku gihîşt Botanê bi nêrîneke azad li wan çiyayên biheybet nêrî. Li wan ewrazên ku bi salan jê hez dikir meşiya û nefesa hebûnê stand. Bû yek ji fermandarên ciwan ên YJA Starê; tim bi cidiyeteke mezin li nêzî erkên xwe bûn. Nirxandina Rêber Apo ya ‘’Yên ku ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê’’ esas girt û di nava xebatên girîng de cihê xwe girt. Çîrokên berxwedanê yên wan xakan veguherand fedekariyeke mezin; xwe ji bo têkoşîna tolhilanîn û hesabpirsînê amade kir. Dengê zarokên ku hatine qetilkirin qet ji bîr nekir; ji ber vê yekê ji bo hesabpirsîna wan çalakiyên bibandor li dar xistin. Bû yek ji fermandarên stratejîk ên serdemê; li hemberî dijminê dagirker li ser xeta berxwedan û şerî roleke pêşeng girt ser milên xwe.
Di salên ku li Botanê dima de dagirkeran plan dikir ku gerîlayên Apoyî tune û bê bandor bike; lê belê şervanên weke heval Rûken xwediyê îrade û biryardariyeke wisa bêhempa bûn ku li hemû cihan bûn lê belê li tu cihan nedihatin dîtin. Weke kabûsekê derdiketin li hemberî dagirkeran. Bi berxwedana xwe planên dijmin pûç dikirin û ji cîhanê re îspat kirin ku gerîla tu caran namirin û tim û tim zindî ne. Heval Rûken yek ji wan gerîlayan e ku tu caran namire û tim zindî ye. Bı hezkirin û dilsoziya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de xwedî cihekî mezin e. Heval Rûken, di 15’ê Hezîrana 2017’an de dema li ser erka xwe bû tevlî karwanê nemiran bû.

