Mirov nikare ziman ji sosyoloji, çand, erdnîgarî û dîrokê qut bigre dest, girêdayî hevdu ne. Ziman çi ye, çawa avabû ye û hatiye kîjan astê em ê wê bi we re parve bikin.
Rêber Apo di pirtûka manîfestoya şaristaniya demokratik- Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de, Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratik de derbarê ziman wiha dibejê; “Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe.”
ÇIMA ÇI YE Û ÇAWA DESTPÊ KIRIYE?
Ziman, amûr û pergala herî bingehîn a ragihandin, raman û naskirinê ye ku di navbera mirovan de tê bikaranîn. Hebûn û nasnameya civak û netewe ye. Di navbera mirov, civak û jiyanê de tekîliya esasî ye.
Çavkaniya ziman, têkiliya wê bi pêşveçûna mirovan re û encamên wê bi sedsalan e mijara lêkolînê ne. Zanyarên ku dixwazin li ser jêderka ziman lêkolîn bikin, ji delîlên wekî fosîl, delîlên arkeolojîk û cihêrengiya zimanên hemdem encaman derdixin. Ew dikarin bidestxistina ziman jî lêkolîn bikin û di navbera zimanê mirovan û pergalên ragihandinê yên heywanan (bi taybetî prîmatên din) de berawird bikin. Mirovên destpêkê di komên biçûk de jiyan kirin lewra neçar man ku gelek dengan derxin. Pêwîste ku mirov bizanibe ku ziman ne tenê li ser bingehê dengan derketêye, lê belê li rex deng, gelek hêman û nîşanên cuda hebûn. Girîngiya tevgeran gelek hebû. Em vê yekê jî heya niha di hemû civak û zimanan de dibînin. Bi taybet jî tevgerên destan, çavan û serî, li gel hemû gelan heye, û hemû kes dikarê bikar bîne. Mînak: demê ku tu tiştekî naxwazî, tu serê xwe paşde dibî yanjî tu destê xwe didî pêş xwe.
Ji bo ku çavkaniya derketina ziman nasbikin, pêwîste em di destpêkê de zimanên Meymonan û zarokên biçûk lêkolîn bikin. Her wiha pêwîste em zimanên kevin û zimanên vê demê bi hev re kêşe bikin. Cudatî û hevbeşiya di navbera wan de nasbikin. Em dizanin ku em bi Meymonan (bi taybet jî Şampanze) re çend gotinan par dikin, wek gotina ( KİX) ku ji bu tirsandina zarokan tê bi karanîn. Ev peyv di hemû zimanên cîhanê de heye. Her wiha peyva (Ba) û (Ma) ku zarokên yek salî pê bang bav û dayika xwe dikin.
Tê gotin ku rolek mezin ya agir di pêşketina ziman de heye, bi taybet jî bandora vê yekê li ser jinan kiribû. Çawa rola agir û çima bi taybet jî jin? Wek tê zanîn bikaranîna agir a mirovan hîşt ku mirov bi şev li dora agir rûnin. Lê ji ber tarîtiyê ku hêl neda ku tevgeran û hêmanan bi karbînin, mirov neçar dibûn ku peyv û dengan derxin. Vê yekê jî bi taybet jinan dikir, ji ber ku jin karên çandiniyê dikirin û bi şev li hev diciviyan û bi hev re dipeyivîn.
Di civakbûnê de baweriya mitolojik jî xwedî girîngî ye, di dîroka baweriyan de jî derbarê avabûna ziman de wiha hatiye gotin;
Derbarê ziman de vegotinên wek bawerî û çîrokên ku heta roja me hatiye wek li Çînê, kusiya deryayê ku sirra nivîsandinê di şêweyên xêzkirî yên li ser pişta xwe de hildigirt, hat pêşiya împarator û nivîsandin fêrî wî kir. Li Babîlê, cinawirekî deryayê, nîv masî û nîv mirov, ji avê derket û nivîsandin fêrî wan kir… Li Hindistanê, xwedayê sereke Brahma cîhan û hebûnên wê bi rêya Vak, yek ji xuyangên wî, afirand û wekî xwedayê zimanê mirovan dihesiband. Li Misrê, xwedayê sereke Ra bi rêya zimanê xwe û xwedayê Thôt, ku wî wekî pexamberê xwe dihesiband, daxwazên xwe pêk anî… Bi Îbranî, Xwedê ji Adem xwest ku nav li afirîdên ku wî afirand bike. Her afirîdeyek li gorî ka Adem çawa wan bi nav dikir, navekî cûda wergirt… Piştî Tofanê, li cîhanê tenê yek ziman hebû. Mirovan li Babîlê dest bi avakirina bircê ber bi ezman ve kirin da ku bigihîjin Xwedê. Piştre Xwedê zimanên mirovan tevlihev kir û hemû li çar aliyên cîhanê belav kir.”
Gelek kes dibêjin ku di navbera jêderka ziman û jêderka tevgera mirovan a nûjen de girêdanek nêzîk heye, lê li ser rastiyan û encamên vê girêdanê lihevkirinek hindik heye. Koka ziman bûye mijara balkêşiyeke pir mezintir. . Di sala 1866’an de, li Parîsê pêşniyarek hate kirin ku lêkolîn li ser koka ziman were qedexekirin, lê piştî şoreşa biyolojiyê ya Darwin di sedsala 19’an de, kok û cihêrengiya zimanan, mîna organîzmayên zindî, dest bi lêkolînkirinê kirin.
ZIMANÊN KU LI CIHANÊ HEYÎ
Her çend hejmara rastîn a zimanan li cîhanê ne diyar be jî, Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku bi tevahî 7,000 û 8,000 ziman hene. Hin ji van zimanan bi awayekî çalak têne bikar anîn, hinên din jî kêmtir têne bikar anîn. Hin ji wan li ber nemanê ne. Neteweyên Yekbûyî gelek ji van zimanan xistine bin parastinê.
Li gorî daneyên Ethnologue, niha li cîhanê 7,151 ziman tên axaftin. Lêbelê, hîn ne mimkun e ku mîrov behsa projeyek bike ku hemû zimanên cîhanê lêkolîn dike. Hejmar bi berdewamî diguherin.
ZIMANÊN HERÎ ZÊDE YÊN CÎHANÊ KÎJAN E?
Dibe ku em hemû ji bo bersiva pirsa ku bi tevahî çend ziman li cîhanê hene re matmayî bimînin. Lê belê, ne mimkûn e ku mirov bibêje ev ziman hemû bi awayekî çalak têne bikar anîn. Hin ziman ji yên din bêtir derdikevin pêş. Ev ziman di warên wekî bazirganî, teknolojî, veguhastin, ragihandin û têkiliyên navneteweyî de bêtir têne bikar anîn.
Li gorî vê yekê, em dikarin hin ji zimanên ku herî zêde li cîhanê têne axaftin wiha rêz bikin:
1.Îngilîzî
2.Spanî
3.Çînî
4.Hindî
5.Erebî
6.Rûsî
7.Elmanî
8.Portekîzî,
9.Fransî
10.Endonezyayî-Malezî
11.Bengalî (Zimanê Bengalî)
Yek jî mînak a pir zimanî welatê Bolîvya ye
Zimanekî fermî divê nasnameya neteweyî ya welatekî nîşan bide; ji ber vê yekê, zimanên herêmî wekî zimanên fermî nayên hesibandin. Bolîvya xwedî 37 zimanên fermî ye. Mezinbûna di hawîrdorek pirzimanî de jêhatîyên zimanî yên kesan baştir dike û têgihîştina navçandî zêde dike.
Zimanên ku li ber jibîrkirinê ne û bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne ew in;
Ladino, Hemşînce,Çerkezî, Abazaca, Abhazca, Adigece ,Lazî.
Zimanên ku winda bûne
Sî û şeş ziman di “firina kremasyon (firina şewitandinê)” ya dewleta neteweyî de êş kişandine. Li gorî UNESCO’yê, 18 ji van zimanan di bin xetereyê de ne. Sê ji wan bi zanebûn hatine ji holê rakirin. Mînak, Ubîxî, Milaso û Yewnaniya Kapadokyayî ji dîrokê winda bûne. Li gel van zimanan, zanîn, ezmûna berhevkirî û bîra kolektîf jî winda bûne.
Gelek sedemên windabûna ziman hene, em dikarin sedemên sereke wiha rêz bikin;
1.Veguhestina ji nifşekî ji bo nifşekî din: Dev jê berdana fêrkirina zimanên xwe yên zikmakî ji zarokên xwe re ji hêla dê û bavan ve faktoreke sereke ye.
2.Cîhanîbûn û Fişarên Aborî: Bikaranîna neçarî ya zimanên serdest ên hevpar (Îngilîzî, Çînî, zimanên fermî, hwd.) di perwerde û kar de.
3.Koçberî û Bajarvanîbûn: Civakên piçûk koçî bajarên mezin dikin û ew jî zimanên xwe ji bîr dikin.
4.Fişarên Hiqûqî û Siyasî: Sînorkirinên fermî yên ku di demên berê de li ser zimanên herêmî hatine ferzkirin.
Zimanê ku heyî wê çawa neyê jibîrkirin û ji tunebûnê were parastin?
Ji bo zimanek ji tunebûnê were parastin tiştê herî girîng ku were kirin ew e ku fêrî zarokan were kirin.
ZIMANÊN DIN ÊN LI CÎHANÊ HATINE QEDEXEKIRIN
Zimanê Katalanî û Baskî (Îspanya): Di serdema dîktatoriya Francisco Franco de (1939–1975), axaftin û nivîsandina bi zimanên wekî Katalanî û Baskî di qadên giştî, dibistan û medyayê de bi tevahî hatibû qedexekirin.
Zimanê Îrlandî (Gaelîk): Di serdema dagirkeriya Brîtanyayê de (bi taybetî bi qanûnên sedsala 14’an mîna Statutes of Kilkenny), li Îrlandayê axaftina bi vî zimanî hatibû qedexekirin da ku çanda Îngilîzî serdest bibe.
Zimanê Ukraynî: Di serdema Împaratoriya Rûsyayê de (sedsala 19’an), bi biryarnameyên mîna Valuev Circular û Ems Ukaz, çapkirin û şanoya bi zimanê Ukraynî hatibû qedexekirin.
Zimanê Polonî: Di sedsala 19’an de, dema ku Polonya di bin kontrola Împaratoriya Rûsya û Prûsyayê de bû, bikaranîna zimanê Polonî di dibistan û saziyên fermî de hatibû qedexekirin.
Zimanê Koreyî: Di dema dagirkeriya Japonyayê de (1910–1945), hikûmeta Japonî zimanê Koreyî di dibistanan de qedexe kir û gel neçar kir ku bi Japonî biaxive û navên Japonî li xwe bike.
Zimanên Xelkên Resen (Amerîka û Awistralya): Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Kanada û Awistralyayê, zarokên xelkên resen (Îndîan û Aborjîn) bi zorê dibirin dibistanên şevînî û axaftina bi zimanê wan ê zikmakî bi tundî dihat cezakirin da ku asimîle bibin.
HEBÛNA ZIMANÊ KURDÎ
Zimanê Kurdî yek jî li zimanê ku hatiye qedekirin e. Ji bo ku zimanê Kurdî werê jibîrkirin gelek siyaset û polîtîkayên qirêj hatiye meşandin. Ev polîtîkayê bişaftinê hîn jî didome.
Sedemên serekî yên astengî û qedexeyên dîrokî yên li ser zimanê Kurdî ev in:
Polîtîkayên Netewe-Dewletê: Piştî belavbûna Împeratoriya Osmanî û peymana Lozanê, dewletên herêmê (wek Tirkiye, Sûriye û Îran) li ser bingeha “yek netewe, yek ziman” hatin avakirin. Ji bo avakirina vê nasnameya yekparçe, zimanên din wekî “gef” hatin dîtin.
Plana Islahata Şerqê û Qanûn: Bi taybetî li Tirkiyeyê, di sala 1925’an de bi Plana Islahata Şerqê axaftin, nivîsandin û perwerdehiya Kurdî hat qedexekirin. Di destûra bingehîn a heyî de (Madeya 42’an) hîn jî tê gotin ku ji bilî Tirkî tu ziman nikare wekî zimanê dayikê di saziyên perwerdehiyê de ji hemwelatiyan re bê dayîn.
Polîtîkayên Asîmîlasyonê: Ji bo ku Kurd di nav çand û zimanê serdest de bihelin (asîmîle bibin), zimanê Kurdî ji qadên fermî, aborî û hiqûqî hat dûrxistin. Ev yek bû sedem ku ziman di nav jiyana rojane û bazaran de lawaz bibe.
Fikarên Ewlehî û Siyasî: Dewletên serdest daxwazên çandî û zimanî yên Kurdan wekî “parçekirina dewletê” an “siyasetek qedexekirî” pênase dikin. Ji ber vê yekê, mafên zimanî her wext wekî mijarek ewlehiyê hatine dîtin.
BI ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HEBÛNA ZIMANÊ KURD TÊ PARASTIN
Li Rojavayê Kurdistanê, zimanê Kurdî di warê perwerde, rêveberî û jiyana civakî de wekî rûmet û bingeha nasnameya neteweyî tê qebûlkirin.
Ev zêdetirî 14 salan e ku piştî şoreşê, li herêmê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi awayekî fermî tê meşandin.
Li ser zimanê Kurdî li Rojava pergela perwerdehiyê, Kurdî li gel zimanên Erebî û Suryanî, di sîstema rêveberiya sêzimanî de cih digire.
Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan (wekî Zanîngeha Rojava) perwerde bi Kurdî tê dayîn.
Piştî Peymana 29’ê Çileyê û xebatên entegrasyona demokratîk yek jî mijara herî zêde tê meraqkirin rewşa zimanê Kurdî ye.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê berevajî Peymana 29’ê Çileyê perwerdehiya zimanê Kurdî qebûl nake û perwerdehiya zimanê Kurdî bi dersên hilbijartê re sînorkirî dihêle.
Ji aliyê Rojava ve jî ji bo qebûlkirina perwerdehiya zimanê Kurdî bi awayekî fermî muzakere berdewam dikin.

