Li Erziromê piştî 12 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Newroz, li Qada Otogarê ya Kevin, bi “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” hat pîrozkirin. Welatiyên Erziromê bi cil û bergên Kurdî qada pîrozbahiyê tije kirin û bi stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Zulkuf Uçar weke axêver cih girtin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ciwanan bi hev re dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Di pîrozbahiyê de ewilî Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê û gel silav kir. Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Erziromê Ramazan Karakaş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin û diyar kir ku ew dê ji bo aştiyeke birûmet bixebitin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû jî Newroza gelê Kurd pîroz kir.
Parlamenter Zulkuf Uçar jî Newroza gel pîroz kir û Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi bîr anî. Uçar, bi domdarî got: “Muslim têkoşîneke bêdawî meşand. Gelê Kurd wî tu carî ji bîr nake. Vê xakê şahidiya berxwedana Şêx Seîd, Tevgera Azadî û Xalid Begê Cibrî re kiriye. Silav li wan be. Sed sal berê li vî bajarî kongreyek hat lidarxistin û ev kongre ji bo mafên Kurd û Tirkan bû. Lê li Enqereyê ev kongre hat înkarkirin û hebûna gelê Kurd jî hat redkirin. Bingehê hemû pirsgirêkên îro, înkarkirina vê kongreyê bû. Niha şensekî din heye. Pêvajoya ku niha birêz Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, ji bo mafên her kesî ye. Divê desthilatdarî nekeve wê şaştiya ku Kongreya Erziromê tune dihesibîne. Êdî divê her kes bibe xwedî mafên xwe.”
Bi domdarî Uçar da zanîn ku Erziromê bi klam û dengbêjên xwe, çand û zimanê xwe parastiye û wiha pê de çû: “Êdî di pêşiya me de qonaxa dawî ya Aştî û Civaka Demokratîk maye û em di qonaxeke wisa de ne ku dê statuya gelê Kurd bê naskirin. Çavê tevahiya cîhanê li ser gelê Kurd e lewma divê em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Em dibêjin entegrasyona demokratîk, di heman demê de divê em li her çar parçeyan siyaseteke hevpar jî biafirînin. Em bang li hemû siyaseta Kurd dikin; werin em siyaseteke yekitî û azadiyê birêve bibin. Gelê Kurd dê xwedî li neteweya demokratîk derkeve û wê hêza yekgirtî ya ku li Rojava û Rojhilat derketiye holê biparêze. Çi dikin bila bikin, nikarin me ji hev veqetînin; Kurd û Kurdistan yek e. Armanca me ya ewil, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî ye. Têkoşîna ku em sed sal in dimeşînin dê bigihîje armanca xwe û em ê bibin xwedî mafên xwe. Her wiha, em Komkujiya Helebçeyê jî lenet dikin.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê jî Salih Muslîm bi bîr anî û bal kişand ser pîrozkirina Newrozê ya piştî 12 salan a li Erziromê. Di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Min ji Kobanê ji bo we silav anîn. Li her derê agirê Newrozê pêdikeve û ev Newroz gelek girîng û watedar e. Gelê Kurd di Newrozê de daxwaza mafên xwe dike û li piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Gelê Kurd li her derê dengê xwe bilind dike. Li Erziromê polîtîkayeke taybet heye û bi dehan salan e cihêkarî û yekperestiyek berdewam dike. Cihêkariya li Erziromê li Amed, Wan û Colemêrgê nîn e. Lê li vir Kurd her tim hatin redkirin û rastî bişaftinê hatin. Di Kongreya Erziromê de li ser destûreke bingehîn a pir azadîxwaz lihevhatin çêbibû, lê belê ev destûr hat redkirin.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku guh nedin wan kesên ku dibêjin “Li Erziromê Kurd nîn in, Komkujiya Helebçeyê nayê bibîranîn” û wiha axivî: “Em her hebûn û em ê her hebin. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir û got ku em dikarin ne bi çekê, bi diyalogê li hev bikin. Em jî li pişt wî ne û em di serdemeke wisa de ne ku êdî divê em ji şer û çekan re bibêjin ‘na’. Em li dijî nijadperestiyê ne, em alîgirê azadiya zimanan û olan in. Em azadiya jinê diparêzin. Deriyê partiya me ji her kesî re vekirî ye û niha tam dema meşa ber bi armancên mezin ve ye. Çavê hemû hevalên me yên di girtîgehan de li ser me ye. Em ê bi têkoşînê hemû hevalên xwe ji wan girtîgehan derxin. Di meşandina vê pêvajoyê de divê Birêz Ocalan ê ku aktorê bingehîn ê siyasî û muxatab e, êdî azad bibe. Pêvajo êdî nabe ku di nav demê de bê belavkirin, divê gavên pêwîst bên avêtin. Gelê me li benda gavên berbiçav e.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û stranbêjên herêmê derketin ser dikê. Beşdarên Newrozê bi stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

