Li gorî nûçeya rojnameya Libération a ku li Fransayê derdikeve; Oktay Aktan ê ku li bajarokê Bohain-en-Vermandois ê herêma Aisne di lîsteya hilbijartinên herêmî de namzet e, parvekirinên ku nîşan didin piştgirî daye tevgera gurên boz a qedexekirî, kiriye.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku Aktan wêneyên beşdarbûna civînên MHPê yên li Tirkiyeyê parve kirine û di hin peyamên xwe de dirûşmên alîgirên MHPê û dîmenên alîgirên çekdar weşandine.
Oktay Aktan ku ji Libérationê re axivî, îdia kir ku ew tu carî nebûye endamê tevgera Gurên boz. Aktan xwe wekî “welatiyê dualî yê Fransî-Tirk” pênase kir û angaşt kir ku parvekirinên navborî “helwesteke siyasî ya kevin û pasîf” in. Aktan her wisa got ku MHP li Tirkiyeyê partiyeke zagonî ye û nîşana ku wî bi destê xwe kiriye “ne sembolek siyasî ye, sembola neteweya Tirk e.”

