Ji rêveberiya Qeqfa Dergaha Garîp Dede Merve Demîr anî ziman ku ew cemxaneyeke klasîk nîne, ew hêmana bingehîn a aştiyê ya civaka Elewî ne.
Tirba Garîp Dede yek ji tirbên Elewiyan e ku li Stenbolê ye. Gora Garîp Dede sala 1995’an bi piştgiriya Nûrettîn Şen veguherandin tirbê. Di sala 2021’ê de Weqfa Dergaha Garîp Dede hate avakirin û cemxaneyek hate avakirin. Gelek taybetmendiyên Dergaha Garîp Dede ji cemxaneyên din cuda ye. Li gel perwerdeya şano, semah û tembûrê ya bê pere, rêveberiya dergahê ji aliyekî ve li ser Elewîtiyê karên akademîk dimeşîne, li aliyê din jî di nava karên rojane de hewl dide civaka Elewî di nava yekîtiyê de bihêle û jiyaneke rêxistinî biafirîne.
Rêveberiya dergahê li ser dîrok û baweriya Elewîtiyê bi navê Akademiya Elewîtiyê karên akademîk sê sal in dewam dike. Di sala 2021’ê de bi pêşengiya hîndekarê Beşa Sosyolojiyê Prof. Dr. Şukru Aslan, karên Akademiya Elewî ya GADEV’ê hate avakirin. Di nava salên 2021 û 2023’an de akademiyê bernameyên ‘Ji perspektîfên zanistên civakî Elewî/Elewîtî’ meşand û ji sala 2024’na û pê ve jî bi rengê ‘Konferansên Lêkolînên Qadê yên Elewî/Elewîtiyê) kar kir. Li ser mijarê 5 pirtûk amade kir.
Ji aliyekî ve bi taybetî bûrsê dide xwendekarên zanîngehê, li aliyê din jî hin rojan dibe alîkar ku ciwan li nava dergahê bixebitin û xercên xwe qezenç bikin. Dergah ku ji ti cihî piştgiriyê nagire û karê xwe dimeşîne, ji aliyê madî ve bi alîkariya civaka Elewî li ser piyan dimîne.
Rêveberiya Dergaha Garîp Dede li gel vê yekê têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da ku di rojeva Tirkiyeyê de ye û got, “Daxwaza gelê Kurd a ji bo jiyaneke azad a bi ziman û nasnameya xwe, têkoşîna wan a demokrasiyê kevirên bingehîn ên hevgirtina civakî ya rasteqîn, edalet û aştiyê ye.” Bi dewamî got, “Hewldana Aştiyê ya ku 27’ê Sibatê destpê kir, îradeya hevpar a gelan û hesreta wan bi xurtî danî holê. Xwediyê rasteqîn ê aştiyê, gelên li vê xakê ne. Tirk, Kurd, Elewî, Sûnî, Ermen û nasnameyên din hemû. Ev îradeya hevpar, divê li bin siya hesabên siyasî neyê hiştin; aştî di nava jiyana civakî de mayinde bibe. Aramiya civakan bi destûreke bingehîn a li ser bingeha welatîbûna wekhev û piştevaniyê dibe.”
LI DIJÎ ASÎMÎLASYON Û DEJENEREBÛNÊ
Ji rêveberiya Weqfa Dergaha Garîp Dede Merve Dmîr li ser kar û planên Dergaha Garîp Dede ji ANF’ê re axivî. Demîr diyar kir ku di dema pandemiyê de wê Dergaha Garîp Dede nas kir û anî ziman ku dergah ji gelek aliyan ve bi rengê dibistanê hatiye birêxistinkirin. Demîr got, “Cemxane cihekî welê ye ku weke îbaretxaneyê xizmetên rêwîtiya ber bi Heq lê tê kirin, erkanên cem bi cih têne anîn û lokma têne parvekirin. Lê belê li gel van hemûyan weke enstÎtuyekê jî xwedî karên cuda ye. Fûara Pirtûkan a ku me beriya demeke kurt lidar xist û Akademiya Elewîtiyê ku hîn jî dewam dike, ji taybetmendiyên wê yên cuda ne. Her wiha her sal karên bûrsê jî têne kirin. Ji sedan xwendekarî re em alîkariya bûrsê didin. Li vê derê ji gelek mirovan, canên me re xizmet bê pere tê dayin. Em Elewî bi sedan sal in têdikoşin ku hem bawerî û îbadetxaneya xwe bidin qebûlkirin, hem jî jiyana xwe dewam bikin û di vê çarçoveyê de li hemberî asîmîlasyon û dejenerebûnê em têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
ELEWÎ HÊMANA ESASÎ YA AŞTIYÊ NE
Demîr ragihand ku Dergaha Garîp Dede cemxaneyeke klasîk nîne, di pêvajoyên li Tirkiyeyê de jî gotina xwe dibêje, bi taybetî li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê helwesta xwe eşkere kiriye û destnîşan kir ku civaka Elewî hêmaneke esasî ya aştiyê ye. Demîr got, “Çawa ku ji aliyê baweriyê ve em xwedî felsefeyeke humanîst in, bi vî rengî gihîştine vê serdemê, divê em bibêjin ku Elewî hêmaneke esasî û aliyekî aştiyê ne. Em zanin ku li gorî welatîbûna wekhev divê her kes di nava vê civakê de hebe. Li ser vê xakê gel bi sedan salan di nava xweşbîniyê de bi hev re jiyan e. Em jî di wê baweriyê de ne ku bi aştiyê em dikarin xwe bigihînin xêr û xweşiyê. Di heman demê de axaftinên ku pîrê me li meclîsê dike, hevdîtinên ku dike, nîşan dide ku canên me xwedî li vê yekê derdikevin. Nîşaneya herî mezin a vê yekê jî girseyîbûna serdana tirbeyê ye. Ev yek nîşan dide ku mirov ti carî dest ji vê derê bernadin û timî xwedî li daxwaz û hêviya aştiyê derdikevin.”