Di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan a navendên wê Mereşê de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan. 37 jê zarok herî kêm cenazeyên 140 kesan jî nehatin dîtin. Bi boneya salvegera 3’yan a erdhejê li gelek bajaran kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Bîranîn, saet di 04.17’ê de dest pê kirin.
Di erdhejê de bajarên Edene, Semsûr, Amed, Xarpêt, Hatay Dîlok, Mereş, Kîlîs, Meletî, Osmaniye û Riha zêde hejiya bûn û bandor li bajarên Êlih, Çewlig, Kayserî, Mêrdîn, Nîgde, Sêwas û Dêrsimê jî kiribû.

