Li Amed, Edene û Îzmîrê êrîşên li ser çanda Kurdî bi gerandina govendê hate şermezarkirin.
AMED
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê li dijî êrîşên li ser çanda Kurd ji AZC Plaza heta caddeya Gevran a ku nivîsa “Pêşî Peya” lê ye meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokên DEM Partî yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Cîftyurek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER), Komeleya Jinan a Roja, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên di Nobeta Edaletê de ne, rêxistinên civakî ên sivîl û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ziman hebûn û xwebûna civakê ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray ve hat xwendin. Sultan Yaray anî ziman ku bi sed salan e li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên pişavtinê tên meşandin û got: “Ji bo vê jî serî li hemû rê û rabazên pişaftinê hatine danîn. Di van demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûne. Her civak bi ziman û çanda xwe heye. Her civak bi çand û zimanê xwe heye. Pêşketina ziman pêşketina civakê ye. Ziman mafekî wijdanî û exlaqî ye. Her civak xwedê mafê perwerde û jiyanê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
EDENE
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya DEM’ê li Parka Înonû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta “Em bernadin vê dîlane” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê govend têkoşîn bê azadî jiyan nabe” û “Bi govend û tililiyan em ê tecrîdê bişkênin” hatin berzkirin.
Li ser navê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr metna daxuyaniyê xwend. Aydemîr binçavkirinên hatine kirin şermezar kir û xwest kesên hatine girtin dmeildest bên berdan.
Aydemîr di berdewama daxuyaniyê de pêvajoya navborî wekî “provakasyonê” bi nav kir û got ku kes nikare gelê Kurd tine bihesibîne. Aydemîr bilêv kir ku govend dîrok e, govend nasnameya gelê Kurd e û got: “Hûn nikarin gelê Kurd tine bihesibînin. Em bernadin vê dîlanê.”
Piştî daxuyaniyê girse li ber erbaneyan govend gerand û binçavkirin û girtinan şermezar kir.
ÎZMÎR
DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Art Huner (Jin Art) li ber Îskeleya Vapûrê ya Konakê govend gerandin û êrîşên navborî şermezar kirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û girse bi yekdengî dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zext nikarin me bitepisînin” berz kirin.
Çalakî bi strana “Ez Xelef im” û bi tilîliyan bi dawî bû.