Li gorî agahiyên ji aliyê Milîsên Jinên Agir û Rojê (MJAR) ve hatin weşandin, li Geverê di şeva 11’ê Mijdarê de ciwanan li taxên Esentepe, Yenîmahalle û Cûmhûriyetê rê girtin û agir dadan. Di çalakiyê de ku ji ber êrîşa polîsên dagirker şer qewimî, ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran li ber xwe dan.
Hate ragihandin ku piştî şerê li vê derê polîsên dagirker êrîş birin ser taxa Zagrosê û li vê derê jî şer qewimî. Li gorî daxuyaniyê di şer de dagirkerek bi giranî birîndar bû û piştî vî şerî dagirker neçar man xwe vekişînin.