Di çalakiya ku li gel banga Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê hate lidarxistin de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku wê proje bandoreke nebaş li 16 gundên Kurd-Elewiyan bike.
Çalakî li pêşiya Navenda Kargehan a Şaredariya Gimgimê hate lidarxitin û welatiyan di çalakiyê de pankart vekirin, dirûşme berz kirin û govend gerand.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di çalakiyê de axivî û got: ‘’Xwezaya me nasnameya me ye. Bi qasî ku em xwe dizanin, em ê xwezaya xwe jî biparêzin. Wê li dijî projeya tê xwestin ku di meha Gulanê de were çêkirin, berxwedana me berdewam bike.’’
Li ser navê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê jî Sila Yildiz axivî, diyar kir ku herêmê beriya niha ji projeyên HES’ê zirar dîtiye û got ku tê xwestin ku xweza bi rêya JES û projeyên madenan ên muhtemel zêdetir zirarê bibîne.
Di daxuyaniyê de banga betalkirina projeya JES’ê û sekinandina tehrîbata xwezaya herêmê hate kirin û hate diyarkirin ku têkoşîna hiqûqî û demokratîk wê berdewam bike.

