Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê meşek ji bo şermezarkirina dorpêça li ser bajarê Kobanê ji hêla komên hikumeta demkî ve li dar xist.
Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta Qada Azadî çû.
Li wir meş veguherî mîtîngê, li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Wedha Omer axivî.
Wedha dorpêça li ser Kobanê red kir û bang tevgera lezgîn kir ku dorpêçê bi dawî bikin.
Weda bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelê Kurd li kêlek xelkê Kobanê ji bo şikandina dorpêçê.
Meş bi diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û”Na ji dorpêça li ser Kobanê re” bi dawî bû.

