Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Sydneyê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî li hemberî ferzkirina karta nasnameyê di greva birçîbûnê de ne
Rojane

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî li hemberî ferzkirina karta nasnameyê di greva birçîbûnê de ne

Tugçenûr Ozbay li Girtîgeha Şakranê ji bo ku ferzkirina karta nasnameyê qebûl nekiriye ji kawîşê nayê derxistin û dest bi greva birçûbûnê ya bênavber kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Derket holê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Îzmîrê lixwekirina karta nasnameyê li girtiyên siyasî tê ferzkirin. Emîr Karakûm û Lerzan Caner ku wasiyên girtiyên bi navê Tugçenûr Ozbay û Guzîn Tolga yên li hemberî vê sepana kêfî û biçûkxistinê dest bi greva birçîbûnê kirine, ji ANF’ê re axivîn.

ÎTIRAFA KU GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ WEKE HERÊMA PÎLOT HATIYE HILBIJARTIN!

Emîr Karakûm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku  li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê li girtiyên siyasî karta nasnameyê tê ferzkirin, ev sepan li dijî girtiyên edlî li gelek girtîgehan heye lê belê li girtiyên siyasî nayê sepandin. Emîr Karakûm destnîşan kir ku girtiyên ku vê sepana biçûkxistinê red dikin ne dikarin biçin revîrê ne nexweşxaneyê û ne jî bi malbat û parêzerên xwere hevdîtinê pêk bînin û got: ‘’Ev deh sal in ez wasiyê Tugçenûr Ozbayê me. Tugçenûr ev deh sal in girtî ye û heya niha li hemberî wê tu ferzkirina karta nasnameyê nehatiye kirin. Ev 50 rojên dawiyê ne li Gîrtîgeha Şakranê ferzkirineke bi vî rengî heye. Têxwestin ku dema ku girtî ji kawîşê derdikevin vê karta nasnameyê bi stûyê xwe ve girê bidin û hemû caran nîşan bidin. Ji ber Tugçenûr Ozbay, Guzîn Tolga û Zûhal Surucu ev ferzkirin qebûl nekirine bi awayekî kêfî ji kawîşên xwe nayên derxistin. 13 rojan beriya niha dema ku ez çûm seredanê gardiyanan ji min re gotin ku ji ber ku Tugçenûr Ozbay karta nasnameyê qebûl nake nikare were hevdîtinê. Min jî diyar kir ku ez dixwazim rêveberekî girtîgehê bibînim. Sergardiyan hate li cem min û pêşiyê qala prosedurê kir û piştre gefa ku ger ez li wir bisekinin ew ê li gel cendermeyan min bi darê zorê derxînin, xwar. Piştre îtîraf kir ku ji bo sepana karta nasnameyê Girtîgeha Şakranê weke herêma pîlot hatiye hilbijartin  û tu kes nikare bêyî kartên nasnameyê ji kawîşa xwe derkeve. Wê demê min fêm kir bê ka ew kargoyên ku min beriya du mehan ji Tugçenûrê re şandine çima negihiştîne wê. Ji ber ku ji kesên ku lixwekirina karta nasnamayê qebûl nakin re pirtûk jî nayên dayîn. Heman rojê ez bi dozger re axivîm; wî jîîdîa kir ku têkildarî proseduta karta nasnameyê giştînameyek heye. Dema ku min jêre anî ziman ku giştînameyeke bi wî rengî tune ye, ‘’sedema ewlehiyê’’ danîpêşiya min û diyar kir ku Wezareta Edaletê telîmateke bi vî rengî daye û rênîşek nîşanîmin da. Min jî diyar kir ku ev yek sepaneke kêfî ye. Bi rastî jî ev sepana karta nasnameyê, dema ku girtiyan dibin dadgehê yan jî dema ku parlamanter tên seredana girtiyan mecbûrî nînin. Heya ev yek jî nîşan dide ku ev sepaneke kêfî ye.’’

‘TUGÇENÛR OZBAY LI HEMBERÎ VÊ SEPANA BIÇÛKXISTINÊ JI 29’Ê ÇILEYÊ VE YE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊNAVBER DE YE’

Emîr Karakûm piştre anî ziman ku Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ji berê ve ye yek ji wan cihan e ku gelek sepanên kêfî cara ewil lê tê sepandin û destnîşan kir ku girtî gelek caran bi polîtîkayên kêfî yên curbecur re rû bi rû dimînin.  Emîr Karakûm destnîşan kir ku a niha jî li gel fezkirina karta nasnameyê hewl didin zêxtê li girtiyên siyasî bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Tugçenûr Ozbay, Guzîn Tolga û Zûhal Surucu qebûl nakin ku li gel van kartên nasnameyê demxeya ‘sûcdarbûnê’ li wan were xistin. Tugçenûr Ozbay li hemberî vê sepana biçûkxistinê ji 29’ê Çileyê ve ye di greva birçîbûnê ya bênavber de ye. Guzîn Tolgayê jî ji bo piştevaniyê 15 rojan kete greva birçîbûnê.’’

‘JI BER KU KARTA NASNAMEYÊ QEBÛL NAKIN NIKARIN DERKEVIN KORÎDORÊ JÎ’

Lerzan Caner jî diyar kir ku haya wî li gel telefonkirina Guzîn Tolgayê ya roja 23’yê Çileyê  ji ferzkirina karta nasnameyê çêbûye û got: ‘’Ez wasiyê Guzîn Tolgayê me û di 23’yê Çileyê bi rêya telefonê li min geriya û got; ‘Xwişkê karta nasnameyê li me ferz dikin. Ji bo ku ez te agahdar bikim min ji bo carekê ev karta nasnameyê li xwe kir.’ Got ku heya karta nasnameyê li stûyê xwe nekin ew nikarin derkevin korîdorê jî. Anî zimanku kargoyên wan jî nagihîjin wan. Diyar kir ku ev yek li hemberî girtiyên siyasî êrîşek e. Dema ku li min geriya li kawîşê bi tenê bû ji ber ku Tugçenûr ji bo dadgehê ji Şakranê biribûn Sîlîvriyê. Bi vî awayî haya min ji vê sepanê çêbû.’’

‘GER EV SEPANA KÊFÎ BI AWAYEKÎ TOPYEKÛN NEYÊ REDKIRIN WÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN WERE FERZKIRIN!’

Lerzan Caner piştre diyar kir ku ew di navbera salên 2018-2019’an de li Girtîgeha Jinan a Şakranê maye û ev yek anîn ziman: ‘’Bi rastî jî Şakran girtîgeheke pir xirab e. Gardiyanan tim bi awayekî kêfî diavêtin ser kawîşan. Arşîvên me yên rojnameyan û xavliyên me bi darê zorê dibirin. Dema ku me li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dida, li hevalên me dixistin. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim ev êrîş zêdetir bûne.Di lêgerîna kawîşan de milê girtiya bi navê Bahar Kizilaltûn ji aliyê gardiyanan ve hate şikandin. Dîsa girtiyeke ku pihîn avêtibûn pişta wê neçar mabû ku emeliyat bibe. A niha jî dest biferzkirina karta nasnameyê kirine. Ev yek sepana demxekirina Cihû û komînîstên serdema Naziyan tîne bîra mirovan. Gelo tola serkeftina ku girtiyan li dijî girtîgehên weke bîran bi dest xistiye, distînin? Ez wê jî nizanim lê belê ger ev sepan ji aliyê girtiyên siyasî ve bi awayekî topyekûn neyê redkirin wê li hemû girtîgehan were ferzkirin. Ji ber vê yekê tevî ku gelek nexweşiyên wê hene jî Guzînê jî li dijî vê sepana kêfî 15 rojan di greva birçîbûnê de ma. Divê tavilê ev sepan were betalkirin. Girtîgeha di nava girtîgehê de tînin serê însanan. Ji ber ferzkirina karta nasnameyê hevalên me ne dikarin biçin nexweşxaneyê ne jî dikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin!’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê 13 kes bi endametiya ‘rêxistina nîne’ hatin sûcdarkirin
Nûçeya Pişt re ‘Têkoşîna jinan ji bo civaka exlaqî û polîtîk e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa gundê Borikê dest bi pêngava paqijkirina gund kir

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa gundê Borik ê Şengalê dest bi pêngava paqijkirina gund kir. Komîte…

Ji aliyê Stêrk TV

SKB a Fransa’yê ji bo çalakiya 11’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB), bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî da û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

KOMAW’ê ji bo meşa 10’ê Çileyê bang kir: Hesabê komkujiyên Parîsê wê bê pirsîn

KOMAW'ê ragihand ku sûîqestên siyasî yên li Parîsê bi destê dewleta Tirk hatine plankirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?