Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîwa Mehbubî, têkildarî rewşa girtiyên Kurd û Îranî yên di girtîgehên rejîma Îranê de agahiyan parve kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Şîwa Mehbubî eşkere kir ku kesên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine binçavkirin û birîndarin, di girtîgehan de nayên dermankirin.
Şîwa Mehbubî diyar kiriye ku di girtîgehan de derziyek bi guman li van kesên birîndar tê xistin.
Her wiha Mehbubî gotiye ku ji ber astengiyên desthilatê ti rêxistinek serbixwe nikare lêkolînên bijîşkî yan jî kontrolê ji bo van kesên girtî bike.
Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîwa Mehbubî eşkere kiriye ku malbatên girtiyan di jêr zextek zêde de ne daku agahiyên li ser rewşa girtiyan bi çapemeniyê û rêxistinên mafên mirovan re parve nekin.

