Sêşem, 9 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan banga beşdarbûna Mîtîngên Azadiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê li gelek bajaran ji bo girtiya di greva birçîbûnê de banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bakirhan banga ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûsiyan fuze avêtin Îsraîlê û qedexe danîn ser ‘trafîka deryayî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di qezaya li Iraqê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut piştî 30 salan hat berdan: Baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang li KE’yê kir 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin
Rojane

Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyan bi dawî nabe. Bi hinceta ku li girtîgehê "perwerdeya bi Kurdî" daye, cezayê hucreyê tê birîn, berdana hin girtiyan tê taloqkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyan her roj zêde dibe. Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, bi binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyên siyasî careke din kete rojevê. Girtî Erdem Akti, Giyasettîn Aydin, Mehmet Aydin Sogut, Mehmet Şiyar Kayadag, Ûmût Savaş Koçyîgît û Nejdet Tarlak ê ku beriya sê mehan hate berdan, bi hinceta ku perwerdeya Kurdî dane hatin cezakirin.

Li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê destpêkê cezayê hucreyê li girtiyên navborî birî. Piştî vî cezayî jî girtiyên siyasî ji bo girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Demekê piştî sirgûnkirinê lêpirsîna ji aliyê desteya dîsîplînê ya girtîgehê ve hate destpêkirin veguherî dosya dozê.

Nejdet Tarlak ê beriya sê mehan hate berdan ji ANF’ê re qala binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêkên li girtîgehan ên girtiyên siyasî lê rast tên.

Tarlak got, “Li girtîgehê li gel şeş hevalên ku em bi hev re man, doz li hemberî me hate destpêkirin. Hinceta destpêkirina dozê jî ‘Perwerdeya Kurdî’ hate nîşandan. Destpêkê cezayê hucreyê dan, piştre jî hin hevalên me hatin sirgûnkirin. Piştre lêpirsîna rêveberiya girtîgehê veguherî dozê.

Li dû lêpirsînê ez şandin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa S a Kirşehîrê, hevalên min Şiyar Kayadag şandin Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, Ûmût Savaş Koçyîgît şandin Girtîgeha Girtî ya bi Hejmara 1’ê ya Sîncanê, Erdem Akti şandin Girtîgeha Girtî ya bi Hejmara 2 a Sîncanê, Giyasettîn Aydin şandin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa S a Çarşamba ya Samsûnê, Mehmet Aydin Sogut jî şandin Girtîgeha Girtî ya Kavak a Samsûnê.

Mehmet Aydin Sogut ku diviyabû bihata berdan, berdana wî bi rengekî kêfî hate taloqkirin. Bi hinceta ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn berdana Giyasettîn Aydin jî hate taloqkirin.”

Tarlak ragihand ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê zext bi rêk û pêk bûne û got, “Li hemberî girtiyên siyasî polîtîkaya tepisandinê li girtîgehan tê meşandin. Bi kiryarên kêfî yên rêveberiya girtîgehê ceza têne birîn. Yekane sedema vê jî ew e ku hewl didin îradeya me teslîm bigirin. Naxwazin em li girtîgehê li hev kom bibin. Me li dijî vê helwestê her tim têkoşîn meşand.

Li derve pêvajoyeke aştiyê heye lê belê li girtîgehê mirov nikare qala aştiyê bike. Kiryarên li dijî hiqûqê dewam dikin. Hevalên me yên divê bêne berdan nayên berdan. Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin.”

Nejdet Tarlak diyar kir ku divê zextên li girtîgehan bi dawî bibin, hevalên wan ên divê bêne berdan lê belê berdana wan tê taloqkirin divê azad bibin û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe dewam bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RÎZE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!
Nûçeya Pişt re Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayîna betaniyan ji bo şandeyê hat astengkirin!

Dayîna betaniyan a ji bo şandeya DEM Partiyê ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz Ûysal: Tirkiye nikare ji ‘mafê hêviyê’ bireve

Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê Newrozê li Efrînê pîroz bikin’

Berdevka Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê Sewsen Ehmed anî ziman ku di çarçoveya Peymana 29'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan banga beşdarbûna Mîtîngên Azadiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê li gelek bajaran ji bo girtiya di greva birçîbûnê de banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Bakirhan banga ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hûsiyan fuze avêtin Îsraîlê û qedexe danîn ser ‘trafîka deryayî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?