Di hevpeyvînê de ku li çapa Ewropayê ya rojnameya Novaya Gazeta hate weşandin, ku îdîa dike rojnameyeke Rûs a ‘serbixwe’ ye, texmînên Fransayê yên li ser windahiyên di şerê Ûkraynayê de hate weşandin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne got, “Serneketina leşkerî ya Rûsyayê ji xwe li holê ye. Li gorî texmînên me, windahiyên leşkerî yên Rûsyayê 150 hezar jê mirî derdora 500 hezar kes e.”
Wezîrê Fransayê got, “Ev hemû ji bo çi ye? Bi du gotinan mirov dikare bibêje. Ji bo ne tiştekî.”
Li gorî hin şîrovekarên leşkerî Rûsya dibe ku êrîşeke nû û mezin li ser Ûkraynayê bide destpêkirin.