Şemî, 4 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amarayê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: ‘Em ê dev ji kokên xwe bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglu edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîn jî gel diçe Amarayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Servîsa ANF Hewramî dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên PJAK’ê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serkeftina şoreşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Başûrê Kurdistanê rojbûna Rêber Apo pîroz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li sê bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bawer dikin ku em ê 4’ê Nîsana bê bi hev re bi Rêber Apo re pîroz bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel wê ber bi Amarayê ve bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin
Jin

Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

4’ê Nîsanê li gundê Elpelûr ê Kobanê ku Rêber Apo demek lê mabû, hat pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Xelkê bajarê Kobanê û gundewarên wê bi hejmareke mezin herikî gundê Elpelûrê yê Kobanê. Rêber Abdullah Ocalan sala 1979`an li gundê Elpelûrê mabû. 
Pîrozbahî bi dirûşma “4`ê Nîsanê roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk e” û bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî wê endama Kordînasyona Kongreya Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş axivî û got: “Em rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan û cîhanê pîroz dikin. Têkoşîna ku ji gundê Amara destpêkirî heyanî roja îro li Îmralî, didomê. Fikir û ramanên Rêber Apo bû hêza hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn. Felsefeya neteweya demokratîk bû modêleke cîhanî. Bi taybet di mijara azadiya jin de. Rêbertî di têkoşîna xwe girîngiyeke mezin da pirsgirêka jin û azadiya jinê bi azadiya civakê ve girê da.”
Peyman Elûş di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi saya felsefeya Rêber Apo îro dirûşma jinan bûye jiyan û azadî. Mîna agirekî ku venamirê û ronahiya ku riya hemû jinan ronî bike. Hebûna me bi hebûna Rêbertî ve girêdayî ye, rojbûna wî rojbûna tevahî jin û gelên bindest e. Îro jin bûye xwediyê îradeyeke xurt. Jin di nava civakê de li ber xwe dide û mafên xwe yên ji destê wan birine, dixwazin.”
Peyman Elûş salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir û wiha got: “Em salvegera YPJ`ê li hemû jinan pîroz dikin. Şervanên YPJ`ê li hemberî hêza terorê ya herî mezin li cîhanê şer kir û DAIŞ têk bir. Her wiha li hemberî hemû dijminên jin û gelan têkoşîn kirin. YPJ`ê di hemû şert û mercan de li ber xwe dan û xwe nedan paş. Bi navê hemû jinan em soz didin ku heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di berdewama pîrozbahiyê de nameya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliyê endama Kongreya Star Cûdî Temê ve hat xwendin. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Bi boneya rojbûna Rêber Apo, têkoşerê azadî, demokrasî û azadiya jinê pîroz dikin. Rêbertî li Îmralî di şert û mercên herî zehmet de ji bo hedefa gelan a azadiyê, têdikoşe. Rêbertî ji zaroktî ve lêgerê jiyana azad bû. YPJ`ê îro roja 4`ê Nîsanê avakirina xwe raghand. Di şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê ji tevahiya cîhanê re got azadî bê jinan ne pêkan e. Heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftin bi dawî bûn û nameya YPJ`ê hat xwendin, komên Hîlala Zêrîn û Koma Hevrîn, Koma Gîvara, Koma Sînan û Koma Esmer awaz gotin û govend pêşkêş kirin. Gel jî govend gerand.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e
Nûçeya Pişt re Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tûra duyemîn a hevdîtina DYE-Îranê li Romayê ye

Hat ragihandin ku tûra duyemîn a hevdîtina di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Bakur çû Kobanê

Şandeya Bakurê Kurdistanê derbasî bajarê Kobanê bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 815’an de ye

Xelkê Mexmûrê di roja 815’emîn a çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?