Çavkaniyên xwecihî yên Laziqiyê da zanîn ku cenazeyê ciwanekî ji taxa Remil Cenûbî ya bajarê Laziqiyê ku berî çend rojan ji aliyê çekdarên nenas ve li gundewarê Ceblê hatibû revandin, hat dîtin.
Li gorî agahiyan, şopên êşkenceyê li ser cenazeyê xuya bibûn.
Ev di demekê de ye ku herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di rewşa nearam re derbas dibe de sûcên kuştin, revandin û êşkenceyê dewam dike. Hikumeta veguhêz tu bertekan li hemberî van sûcan nade.

