Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li gundewarê Minbicê daxuyanî da.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Hêzên me êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin. Di berbanga îro de, (26’ê Kanûnê) saet 01:00 sibehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya 2 wesayîtên leşkerî ji cureya “Toyota ” 2 panzeran û tankekê êrîşên dijwar li dijî herêma başûrê rojhilatê Minbicê pêk anîn. Li beramber wan êrîşan, hêzên me berxwedaneke mezin raber kir û berisvên tund dan, bi wê re pevçûnên dijwar heta saet 5:30’an berbanga îro dewam kirin.
Di encama bersivdana hêzên me de 2 panzer, wesayîtekî leşkerî ya “toyota” û tankek hatin rûxnadin, 12 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin. Hîna cenazeyên 4 ji wan çeteyan li erdê ye.
Di encama bersivdana xurt ên hêzên me de çete ji qadên pevçûnan reviyan û xwe di nava avahiyiyeke li gundê Til Erîş ku berê kargeheke mirîşkan bû, veşartin. Hêzên me bi çekên giran ew hedef girtin û hedefên xwe pêk anîn. Lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehatin zelalkirin.
Hemwextî wan pevçûnên dijwar, Yekîneyên Şehîd Harûn a Taybet bi Operasyonên Hewayî ya hêzên me 4 caran nuqte û kombûnê çeteyan hedef girtin, di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. “