Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şer û berxwedana li gundewarên başûr û rojhilatê bajar daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê şerê di navbera hêzên me û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de bi dijwarî didome.
Çete nikarin bi pêş de biçin, hêzên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obîsan destekê didin wan.”