Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin
Rojava

Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin

Gelê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên wî yên cuda dixwînin û têkildarî mijaran nîqaşan dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê ji aliyê akademîsyen, rojnameger, saziyên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, fîlozofên xelatgirên Aştiyê ya Nobelê, nûnerên saziyên jinan û kesên navûdeng ve  pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ hate destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de dostên gelê Kurd di 10’ê Kanûnê de kampanyaya ‘’Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’’ dane destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dibin.

 

Weke li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Helebê yên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin. Ji bo xwendinê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên yên bi navê; Şaristaniyê: Serdema Xwedawendên Birûpoş û Qralên Niximandî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber  Qirkirina Çandî hatin diyarkirin. Her wiha wê hemû pirtûkên Rêber Ocalan werin xwendin. Di meclîs û komunan de ku ji 4 koman hatiye birêxistinkirin, 121 jin wê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd bixwînin. Her wiha bi sedan kesên ku di meclîsa giştî û komunan de hatine birêxistin jî tevlî kampanyayê dibin.

Jinên ku li Meclisa Şehîd Gulê Selmo kom dibin, heya niha 4 parastinên ewil ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwendine û dest bi xwendina pirtûka ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber Qirkirina Çandî’  kirine. Koma jinan a ku ji 36 kesan pêk tê piştî hemû sernavên pirtûkan têkildarî mijaran nîqaşan dikin.

SERNAVÊN ZIMAN Û ÇANDÊ YÊN PARASTINA 5’EMÎN HATIN NÎQAŞKIRIN 

Leyla Eloyê di kêliyên nîqaşan de nirxandinên xwe anîn ziman û got:  ‘’Rêber Apo di 5’emîn parastina xwe de qala mijarên çand û zimanî dike. Çand û zimanê gelan rasterast terz û şêwejiyana nîşan dide.  Hemû gelan çand û zimanekî cuda heye. Qirkirina li ser gelan jî têkildarî çand û zimanî pêk tê. ‘’

Ji beşdarvanan Zelûx Îzzet Ebdoyê jî nêrînên xwe bi van gotinan parve kirin: ‘’Dixwazin ku ziman û çanda gelan tune bikin. Afirînerên pergala kapîtalîst ku dijminahiya gelan dikin, dixwazin gelan ji cewhera wan dûr bixin. Bi taybetî li dijî gelê Kurd zext û zilmeke mezin heye. Zimanê gelê Kurd nayê qebûlkirin. Kurdî kakila zimanê gelan e. Lê belê zimanê gelekî tê astengkirin û dixwazin qedexe bikin. Hebûna gelekî bi zimanê wî gelî tê îfadekirin. Bi qedexekirina zimanê me, dixwazin me tune bikin.’’ 

GEL ANÎN LI CEM HEV

Fatma Emîrê destnîşan kir ku ew her roj bi awayekî bi rêk û pêk  pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke jin kom dibin û pirtûkan dixwînin. Em tenê naxwînin, her hiwa hemû hevalên jin nêrînên xwe jî tînin ziman. Ev yek jî me gelekî pêş dixe. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo em dizanin ku em kî ne û em çi dixwazin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Îro pitûkên Rêber Apo li seranserê cîhanê tên xwendin û  paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûye. Bi saya paradîgmaya Rêber Apo xwişk û biratiya gelan pêk hat û hate pêşxistin.’’

Ciwana Keçxemîsê jî bal kişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: ‘’ Rêber Apo di pirtûkên xwe de her tim qala edalet, wekhevî û çareseriyê dike. Di perspektîfên xwe yên têkildarî gelan de bi awayekî berfireh li ser mijara çareserîya şeran disekine. Rêber Apo di pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide mijarên weke têkiliyên di navbera gelan de, ji nû ve xurtkirina wan têkiliyan û  xwedîderketina ciwanan ya çand û exlaqê. Rêber Apo di pirtûkên xwe de nîşanî me dide ku pêşketina civakê girêdayî çand û zimanî ye. Belavkirina ilm, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo weke jinan erk û berpirsiyariya me ya sereke ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Alayumat: Ji bo niha pênûsa me emanetê hevalên me yên derve ne
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

11 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dirbêsiyê

11 malbatên li Reqa û Tebqayê yên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji warê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn

Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan nêzî 28 hezarî bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Xezeyê di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şêniyên Til Temirê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD’ê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrişên li ser koçberên Girê Spî li gelek bajaran hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gaziyan êrişên li ser xelkê Girê Spî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?