Di encama teqîna bermahiyên şer li taxa Eşrefiyê ya Helebê de zarokek ji bajarokê Qubtan El Cebel ê navçeya Darit Izê ya herêma Cebel Seman jiyana xwe ji dest da.
Bûyera bermahiyên neteqiyayî yên ji ber şerê li deverên Sûriyeyê belav bûne zêde bûne û tu mekanîzmayên rakirinê û xwejêxelaskirinê nîn in.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara welatiyên ji destpêka 2026ˊan ve ji ber teqîna bermahiyên şer mirine derket 72 kesan di nav de 18 zarok û 7 jin hene, 56 kes jî birîdnar bûne.

