Ji ber êrişên komên çete yên ser bi taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, ku hîn jî dewam dikin şehîd û birîndar hene. Di êrişan de ziyaneke mezin li binesazî û gelek malên li hersê taxan bû.
Di êrişan de ku ji doh ve komên çete li ser taxan pêk tînin 7 kes şehîd bûn, 52 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, rewşa hin ji birîndaran giran e.
Ji ber êrişan xisareke mezin li mal û kargehên şêniyên taxan bû. Her wiha zerar li binesazî, cihên olî û navendên tenduristiyê yên taxan bû. Nexweşxaneya Osman ji ber êrişan ji xizmetê derket.
Malên sivîlan, navendên girîng ên sivîlan ên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi rêk û pêk ji aliyê çeteyên hikumeta veguhêz ve têne bombekirin.
Li gorî dîmenên ji herêmê hatin, di encama êrişên komên çete yên Emşat, Hemzat, Sûltan Mûrad û Nûreddîn Zengî yên ser bi hikumeta veguhêz torên elektrîk û avê têk çûn. Her wiha tê gotin, xeta înternetê ya herêmê jî qut bûye.

