Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li her derê li dijî desteserkirinê çalakî hatin lidarxistin
Rojane

Li her derê li dijî desteserkirinê çalakî hatin lidarxistin

Nobetên li dijî desteserkirina vina gelêi Colemêrgê hatine destpêkirin dewam dikin û peyama, “Şaredariyên ku qeyûm lê tên tayînkirin, dikin malên çeteyan. Em ê destûrê nadin vê yekê” dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çalakiyên nobetê yên li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hatine destpêkirin bi dirûşmeyên “Şaredarî yên me ne, hûn nikarin desteser bikin” dewam kirin. 

ÎZMÎR

Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirk (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) li ber Sumerbanka Kevin çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta  “Qeyûm darbe ye. Şaredarî yên me ne, hûn nikarin desteser bikin. Em li dijî qeyûman di nobetê de ne” hat hilgirtin.  

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku desteserkirina vînê ne tenê pirsgirêka Kurdan e û got, “Bi rojan e li Colemêrgê berxwedan tê meşandin. Li hemû bajarên Kurdistanê berxwedan heye. Li kolanan dengê gel tê ku bi hevşaredarên hilbijartî re rêveberiya Colemêrgê bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê nikaribin vî dengî ji holê rakin.” 

Rahşan Anter anî ziman ku li gel zextan jî dê her tim li qadan bin û got, “Em ê bi we re bin. Em ê li dijî neheqiya li gelê Kurd tê kirin rawestin. Ev neheqî dê me zêdetir bike yek.”

Çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû. h-Hat ragihandin ku wê roja 12’ê Hezîranê saet 08:00’an de ji bo piştgiriyê wê ji ber avahiya DEM Partiyê bi wesayîtan biçin Colemêrgê. 

EDENE

Bi pêşengiya DEM Partiyê yaEdeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr li dijî desteserkirina vînê di çalakiya nobetê de ne. Di roja sêyemîn a çalakiyê de girse li Parka Peykeran hat cem hev. Girseyê bi dowîzên bi nivîsa “Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê” dowîzên “Her der Colemêrg e, her der berxwedan e” hildan. 

Tevî ku polîsan bi mertalan êrîşî çalakvanan kirin jî çalakvanan nobeta xwe domandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr helwesta polîsan şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel dakevin qadan û got, “Em desteserkirina vînê qebûl nakin. Li dijî Birêz Abdullah Ocalan neheqiyeke mezin heye. Ev bêhiqûqî 25 sal in berdewam dike. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye, ev sûcê estûra Bingehîn e.”

AMED

Çalakiya nobetê ya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir, ji aliyê CHP’ê ya Amedê û parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ve hat ziyaretkirin. Heyeta CHP’ê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên DEM Partî yên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Adalet Kaya ve hat pêşwazîkirin. Heyeta CHP’ê demekê li ber şaredariyê nobet girt û piştre derket.

Çalakiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi konsera muzîkê dewam kir.

Çalakiyên nobetê li ber şaredariyên naçeyên Peyasê, Farqîn, Xana Axpar, Hênê, Bismil, Erxenî, Pîran, Pasûr, Bajarê Nû, Rezan, Karaz, Hezro û Licê  yên Amedê didomin.

SÊRT

Nobeta li Sêrtê di roja 5’an de berdewam dike. Beriya nobetê, Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş, Parlamentera Bajêr Sabahat Erdogan Saritaş, TJA, DBP û rêxistinên bajar û navçeyên Sêrtê yên DEM Partîû gelek kes li taxên Conkbayir û Tînastepe meşiyan. Çalakiya ku niştecihên taxan piştgirî danê bi çepik û dirûşmên “Gelê Colemêrgê ne bi tenê ye” li nava taxan meşiyan.

Çalakiya nobetê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan didome. 

Çalakiya nobetê li şaredariyên Misirc û Hawêl ên Sêrtê di roja 5’an de berdewam dike.

ÊLIH

Çalakî û nobeta ku li ber Şaredariya Êlihê dest pê kiribû di roja 5’emîn de didome. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê DEM’- Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan, TJA û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bike” û “Qeyûm wê biçin, gel wê werin” hatin berzkirin.

Piştî daxuyaniyê girse heta Şaredariya Êlihê meşiya. Girseyê li ber şaredariyê pankartên “Rabe rabe”, “Rê nadin qeyûman”, “Şaredarî yên gel in”, “Hûn nikarin vîna me desteser bikin”, “Qeyûm darbe ne” û “Em ê destûrê nadin darbeya qeyûm” vekirin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber şaredariyê didome.

MANÎSA

Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê têkildarî destserkirina Şaredariya Colemêrgê li Meydana Manîsayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hatin vekirin û timî dirûşmên “Em ê li dijî qeyûman li ber xwe bidin” û “Em ê destûrê nedin qeyûman tayin bikin” hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 30 deqeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê li dijî desteserkirina vînê Nobeta Edaletê ya girseyî
Nûçeya Pişt re Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piyaye: Em li pişt biryara Meclîsa Şaredariyê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şêxmeqsûdê êrişa sûîqestê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê careke din êriş li ser nuqteya Hêzên Asayîşa Hundirîn hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi siyanurê jehr li Giyadînê tê belavkirin

Li gundê Melegerî ya navçeya Giyadîn a Agiriyê, şîrketa Koza ya ku bi siyanurê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

​Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji çar parên heywanên koçber parek bi xeteriyê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?